5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên Ensar El Tewhîd a Cîhadî de li eniya başûrê Idlibê, 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 leşkerên din birîndar bûn.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên Ensar El Tewhîd a Cîhadî, êrişî navendên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên alîgirên wê yên li eniya Melace ya başûr Idlibê kirin.

Navendê destnîşan kir ku çeteyan tuneleke hêzên hikûmeta Şamê teqandine û  pê re êriş kirine. Di encama êrîşê de şerên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên destpêkê, 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 leşkerên jî birîndar bûn.

Navendê destnîşan kir ku li gel rewşa xetere ya birîndaran, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.