ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Malbata Barzanî êdî asta xiyanetê jî derbas kiriye’
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh têkildarî xiyaneta malbata Barzanî got, "Di dirêjahiya dîrokê de malbata Barzanî her tiştên derexlaqî pêk aniye. Komara Mahabadê, nexweşxaneya Hewlêrê û Efrîn a hatiye dagirkirin mînakên vê rastiyê ne." -
Dewleta Tirk bi balafireke bêmirov bombe li gundekî Til Temirê barand
Balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker gundê Tewîla yê Til Temirê yê Kantona Hesekê bombe kir. -
DYE'yê pêkanîn li ser du komên çete yên Enqereyê ferz kir
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryara pêkanînan li ser du komên çete da ku di bin bandora dewleta Tirk a dagirker de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên giran dikin. -
Li Reqayê operasyona li dijî şaneya DAÎŞ'ê: Serçeteyek hate kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li navenda Reqayê li dijî serçeteyê DAÎŞ'ê Îbrahîm El Elî (Ebî Mucahid) operasyonek lidar xistine. -
Ji sala 2018’an heta niha li Efrînê zêdeyê hezarî jin hatine revandin û 99 jê hatine qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Efrînê, diyar kir ku li Efrînê ku ji sala 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî ye, herî kêm 99 jin hatine qetilkirin, dest dirêjê 74 jinan hatiye kirin û zêdeyê hezarî jin hatine revandin. -
Ji bo Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm li Til Koçerê meresima leşkerî hat lidarxistin
Cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî Faris Mihemed Îbrahîm ku dema rabûna bi erka xwe li Til Koçerê bû şehîd, bi meresimeke girseyî hat veşartin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. -
39'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Şehbayê hat pîrozkirin
Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin. -
Li Herêma Firatê 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Bi hezaran xelkê Herêma Firatê pêngava 15’ê Tebaxê bi coşek mezin pîroz kirin. -
Li Girê Spî 12 kes hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê kantona Girê Spî ya dagirkirî zarok jî di nav de 12 kes revandin. -
PYD: 15’ê Tebaxê rêya vejînê ye
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got “15’ê Tebaxê rêya vejînê ye.” -
‘Şoreşa Rojava mîrateya Pêngava 15'ê Tebaxê ye’
Şaziya Îbrahîm destnîşan kir ku, Pêngava 15’ê Tebaxê mîrateyek xurt a berxwedanê ji bo hemû Kurdistan û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê re hiştiye û got ku bû sedem dilê her Kurdekî welatparêz bi hev re lêxe. -
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin: 3 leşkerên Şamê mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Palmîrayê êrîş birin ser depoyeke cebilxane ya hêzên alîgirê Şamê. Di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Ji YPG û YPJ'ê li Helebê merasîma 15'ê Tebaxê
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîtiyên Parastina Gel (YPG) salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi merasîmeke leşkerî pêşwazî kirin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo 15'ê Tebaxê
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 39’emîn ya Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û fermandarê efsanewî şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî. Li gelek bajaran şahî hatin lidarxistin. Her wiha serdana gorên şehîdan hate kirin. -
Şehîdên meha Tebaxê hatin bibîranîn
Şêniyê Kobanê Cangorên Azadiyê yên meha Tebaxê li ser gora wan bi findan bi bîr anîn. -
Kongra Star: 15’ê Tebaxê wê bi berxwedana xwe jiyana azad ava bike
Kongra Star di salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “15’ê Tebaxê wê bi berxwedana xwe bi pêşengiya Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û jinan jiyaneke azad û wekhev ava bike.” -
Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhartina demografiyê – Bilbil (8)
Bi dagirkirina Efrînê re, Tirkiyeyê bi hevkariya çeteyên wê hemû rê û rêbaz bikar anî; ji bo nasnameya Efrînê biguherîne, yek ji wan rêbazan ji deverên cuda yên Sûriyeyê bi cihkirina Erebên derdor e. -
‘Dema ku min çavê xwe vekirin, 3 roj derbas bûbûn’
“Ketim cîhaneke tarî, nizanim ez li ku me, dema min çavên xwe vekir li ser vê cîhana tarî 3 roj derbas bûye, lê dîsa jî min riya berxwedaniyê şopand.” -
Çeteyên dewleta Tirk Hesen Xidir El Hemo revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo revandin. -
Li Şêrawayê gundiyekî din hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê sivîlekî din revand. Aqûbeta kesê hatiye revandin nayê zanîn. -
Silêman Îbrahîm: Em hêza xwe ji îrade û biryardariya xwe digirin
Silêman Îbrahîm ê xazî da zanîn ku weke tevgereke biçûk bi berxwedana xwe îro li tevahî cîhanê deng vedidin û got, "Em hêza xwe ji îrade û biryardariya xwe digirin." -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 2 endamên me birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyê ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de 2 endamên wan birîndar bûne. -
Li depoyên cebilxaneyê yên nêzî Şamê teqînek pêk hat
Li depoyên cebilxaneyan ên komên milîsên alîgirê Îranê yên li nêzî paytexta Sûriye Şamê, teqîneke mezin pêk hat. -
Cenazeyê Vejîn Jiyan bi merasîmekê hate veşartin
Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan li goristana Şehîd Xebat spartin axê.