Xelkê Herêma Cizirê şehîdên xwe bi bîr anîn, PDK’ê protesto kirin
Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê gerîlayên şehîd bi bîr anîn û xiyaneta PDK’ê protesto kirin.
Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê gerîlayên şehîd bi bîr anîn û xiyaneta PDK’ê protesto kirin.
Di 28′ê Tebaxa 2021′ê de yekîneyeke HPG′ê li nêzî çemê Zê rastî kemîneke PDK′ê hatibûn û di encamê de 6 gerîla şehîd bûbûn.
Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê û şermezarkirina tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk a dagirker re meclisên malbatên şehîdan li herêmên cuda yên herêma Cizîrê daxuyanî dan.
Li kantona Hesekê li pêş meclisên malbatên şehîdan ên bajar û navçe endamên meclisê daxuyanî xwendin. Li Hesekê Xilod El Salih, li Şedadê Zehra El Ebdullah, li Kampa Serêkaniyê Hêvîn Sîno, li Til Temirê Mihemed Nûrî û li Dirbêsiyê Salim El Salim daxuyanî xwendin.
Li kantona Qamişloyê li pêş meclisên malbatên şehîdan û goristanên şehîdên li bajar û navçeyên kantonê endamên meclisê daxuyanî xwendin.
Li Qamişloyê Şêrzad Remo, li Dêrikê Hogir Salih, li Til Hemîsê Xalid Sadon, li Çilaxa Husam Hisên, li Til Koçerê Ehmed Heneş, li Til Birakê Ebdurezaq El Eqre, li Amûdê Ebod Elî û li Tirbespiyê Ebdulwehab Hesen daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyan de îşaret bi lehengiya gerîlayan hate kirin û hate gotin van gerîlayan banga welat bersivand, sînorên çêkirî nas nekirin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û şerê faşîsta Tirk a ku hewl dide gelê herêmê ji kokê biqelîne, kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijmin li dijî gerîlayan bi piştgiriya yekser ji NATO′yê ve teknîkên leşkerî yên nûjen bi kar tîne, her wiha çekên qedexekirî jî bi kar tîne.
Meclisan di daxuyaniyê de anî ziman ku di demekê de civata navneteweyî bê deng e, keç û xortên van herêman banga welat, parastina rûmeta gelan bersivand. Li hember van fedakariyên mezin, desthilatên Başûr bi dewleta Tirk re hevkar in û derfetê didin MÎT′a Tirk ku Başûr ji artêşa Tirk re kirine cihê mêtingeriyê. Beriya 2 salan hêzên PDK′ê li herêma Xelîfanê li pêş komeke gerîla kemîn veda û gule li wan reşandin, di encamê de Tolhildan Raman ji Qamişlo, Serdem Cûdî ji Girkê Legê û 4 hevrêyên wan ji Bakurê Kurdistanê şehîd bûbûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin tiştê PDK′ê dike li dijî nirxên dîrokî yên gelan îxaneta mezin e. Ji dema PDK′ê hatiye damezrandin û heta roja îro ajantî û sîxurtiyê dike.
Di daxuyaniyên meclisan de hate destnîşankirin ku gerîla di rojên derketina DAÎŞ′ê de ji Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê re bûn piştgir û di oxira rûmeta gelên Başûr de şehîd dan.
Meclisan bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê kir ku li hesabên xwe vegerin û dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan berdin.
Di dawiya daxuyaniyan de bang hate kirin ku cenazeyên şehîdan radest bikin û ji dayikên şehîdan lêborînê bixwazin.