Operasyona QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê û bazirganên madeyên hişbir dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di operasyonê “Xurtkirina Ewlehiyê” de qadek fireh ji çeteyên DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin û ragihand ku 3 çete û du bazirganên madeyên hişbir hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî Operaysona "Xurtkirina Ewlehiyê" ku di roja xwe ya 3′yemîn de dewam dike, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê, sûcdar û bazirganên hişbirê di roja 3′emîn de li herêma Dêrazorê didomînin. Hêzên me paqijkirina gundewarê rojavayê Dêrazorê ku ji rojhilatê Reqayê heta çerxerêya Meamil digire nava xwe, bi dawî kir. Operasyon li gundewarê rojhilat û hin beşên ji gundewarê bakurê Dêrazorê berdewam dike.

Duh bi şev jî, hêzên me li ser rêya Ezba-Konîko 3 çeteyên DAÎŞ′ê dema ku hewl didan birevin, girtin.

Di operasyoneke serdegirtinê de jî hêzên hevbeş ên operasyonê 2 bazirganên madeyên hişbir girtin û miqdareke madeyên hişbir desteser kir.

Hêzên hevbeş ên Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê diyar dikin ku dê armancên operasyonê ku berê destnîşan kirine an ku têkbirina şaneyên DAÎŞ′ê û zuwakirina jêderên wan pêk bînin. Her wiha dê hesab ji hemû kesên ku destê wan di bazirganiya hişbirê û pêkanîna zulmê li dijî sivîlan de hene, bipirsin."