'Wê bi ruhê berxwedana gerîla faşîzm û xiyanet têk biçe'

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê ya Kobanê Litfiyê Mehmûd Silêman işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re kir û got: "Wê bi ruhê berxwedaniya gerîla faşîzm û xiyanet têk biçe."

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Hobanê Litfiyê Mehmûd Silêman li ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ji ANF’ê re axivî.

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Litfiyê Mehmûd Silêman derbarê kiryarên PDK'ê de got, "Êdî xiyanet bûye rêbaza PDK’ê. Em destê xwe yê xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê dirêj dikin, lê PDK vê yekê qebûl nake. Ew berxwedana ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime û keda şehîdan bûye sedem ku gelek destketî bên bidestxistin. Dewleta Tirk û piştevanê wê PDK dixwazin vê destkeftiyê tune bikin."

‘EGER GERÎLA NEBÛYA, WÊ PDK’Ê BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI DAGIRKERAN RE HIŞTIBA’

Litfiyê anî ziman ku gerîla ji bo avakirina civakeke azad bêyî teredûd xwe feda dike û got: "Lê li hemberî vê hewldana gerîla jî îxanet radibe û dixaze civaka azad tune bike. PDK qaşo dibêje ez Kurd im, lê gelo ti eleqeya pratîka wê bi Kurdîtiyê ve heye? Eger gerîla nebûya, wê PDK’ê Başûrê Kurdistanê ji dijminên dagirker re hiştiba."

‘SEMBOLA JINA AZAD BÊRÎTAN’

Litfiyê bi dewamî got, "Ji bo ku şehîd Bêrîtan nekeve destê dijmin, xwe ji çiya avêt. Mala Barzanî bi destekdayîna dewleta Tirk, gelek êrîş li Herêmên Parastinê yên Medyayê dan destpêkirin. Bêrîtan şahida wê ye, ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji çiya avêt û bû sembola jina azad. Bêrîtan xwedî li soza avakirina civakeke azad derket. Bêrîtan bû jina fedekar û berxwedêr."

‘ŞÎLAN KOBANÊ Û HEVRÊYÊ WÊ ŞAHIDÊ ÎXANETA PDK’ê NE’

Litfiyê Mehmûd diyar kir ku Şîlan Kobanê û hevrêyê wê ku ji aliyê PDK’ê û MÎT’ê ve hatin şehîdkirin, şahidê xiyaneta PDK’ê ne û got: "Ew hevalên ku êdî xwe azad kirin û riya berxwedaniyê şopandin, îxanet berê xwe dide wir. Nexweşxaneya Hewlêrê şahide ku çi lê qewimî, ew komkujiya ku bi destê mala Barzanî pêk hatî, wê dîrok lanet bike."

‘JI TIRSAN DEV JI ŞENGALÊ JÎ BERDBÛN’

Litfiyê bi bîr xist ku PDK'ê di dema êrîşên DAÎŞ'ê de Şengal terikand û got, "Kêliya ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, PDK’ê xwe ji wir vekişand. Ew reva PDK’ê bû sedem ku bi hezaran jin li bazaran bên firotin û bi hezaran jî bên revandin. Di wê kêliya ku PDK’ê ji tirsa reviya de gerîlayên azadiyê berê xwe dan Şengalê û li wir berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin. Her dû birayên ku li pêşiya tanga PDK’ê sekinîn, gotin ‘bes e ji xiyanetê re’. Ew tang li ser herdû hevalan re derbas bû û herdu bira jî şehîd bûn.

Êdî PDK’ê di cîhanê de xwe îspat kir ku di warê însanî, civakî û di hemû warê jiyanê de xeta îxanetê jî derbas kiriye. Bi destê mala Barzanî gerîlayên azadiya Kurdistanê tên şehîdkirin. Îro zarokên me li çiyayên azad li ber xwe didin, li hemberî wan jî PDK’ê xeta xiyanetê dide meşandin û wan dike hedefa xwe. Mala Barzanî li Efrînê çi dike. PDK’ê ji dewleta Tirk û ENKS’ê re got, wan ji Efrînê derxin em ê bên, li wir jî bûn dizê mirîşkan. Vaye her roj mala Barzanî û dewleta Tirk êrîşî gerîlayên azad dikin û dixwazin gelê Kurd ji holê rakin. Dewleta Tirk jî bi destê mala Barzanî dixwaze bigihije encama xwe."

‘WÊ BI BERXWEDANIYA GERÎLAYÊN AZAD, FAŞÎZM Û XIYANET TÊK BIÇE’

Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê Litfiyê Mehmûd Silêman ragihand ku sedemê çûyîna Hakan Fîdan a li Hewlêrê ew e ku dixwazin bi destê PDK’ê gerîlayên azad tune bikin û ev tişt bilêv kir: “Gerîla li hemberî hemû êrîşan bi taybetî li hemberî êrîşên bi çekên qedexekirî, bûye bersiv û berxwedanek bê hempa raber dike. Em ê heta hetayê li pey xeta azad a Rêber Apo bin. Em ê bi ruhê azad ê ku me ji Rêber Apo girtiye, îxanetê têk bibin û dawiyê li wan jî bînin. Em ê heta dawî jî piştgiriya gêrîla bikin. Em ê bi ruhê berxwedaniya gerîla, îxanetê tune bikin.”