Xelkê Hesekê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Xelkê Hesekê bi bernameyên cuda şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn.

Li Hesekê û navçeya Til Temirê ya Hesekê 2 çalakiyên cuda ji bo bîranîna şehîdên meha Tebaxê hatin lidarxistin. Di merasîman de bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Li Hesekê şêniyan 118 şehîdên meha Tebaxê yên QSD, YPG, YPJ′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê, HPG′ê û YJA Starê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Elî şehîd bi bîr anîn û wiha got: "Em îro di şexsê 118 şehîdan de hemû şehîdên rêça azadiyê ku di oxira rizgarkirina gel û xaka xwe canê xwe daye de bi bîr tînin."

Beraa diyar kir ku şehîdan di oxira pêkanîna destkeftiyan de fedakarî kir û ew ê li gorî metoda şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna destkeftiyên Şoreşa Rojava têkoşînê dewam bikin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Heseskê Alan Hesekê soz da malbatên şehîd û beşdarên merasîmê ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û tola wan rakin.

Li Til Temirê jî, şêniyên navçeyê şehîd Vejîn Jiyan û Ozgur Ronî yên di Tebaxê de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Şervana YPJ′ê Vejîn Jiyan di 27′ê Tîrmehê de ji ber qezayekê birîndar bûbû û di 7′ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Gerîlaya HPG′ê Ozgur Ronî di 2022′yan de di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Merasîma şehîd Ozgur Ronî ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê hate lidarxistin.

Merasîm bi pêxistina mûman û daliqandina wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Dûre sînevîzyonek li ser şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.