QSD’ê li gundewarên Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin
QSD`ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şopandina şaneyên DAÎŞ’ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.
QSD`ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şopandina şaneyên DAÎŞ’ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kirine.
Daxuyanî wiha ye: “Li herêma Dêrezorê ji aliyê şaneyên DAÎŞ’ê ve li dijî li herêma Dêrezorê êrîşên terorîstî tên kirin. Di heman demê de di civîna dawî ya di navbera Fermandariya Giştî ya hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şêx û rûspiyên eşîran de daxwaz û nêrînên welatiyan derbarê şopandina şaneyên terorîst û tunekirina çavkaniyên wan hatin girtin. Li ser vî esasî û di çarçoveya bicihanîna erkên xwe yên leşkerî, netewî û exlaqî de, hêzên me îro yekşemê demjimêr di 08:00’an êvarê de, bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyona ” Xurtkirina ewlehiyê” li eniya rojhilatê Firatê kirin û bi taybet li herêma Dêrezorê.
Ev operasyon berdawamiya operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye, ji bo têkbirina şaneyên DAÎŞ`ê, pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine. Ji bilî şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin.
Ev operasyon yek ji qonaxên pêşketî yên têkoşîna hevpare ku hêzên me bi piştgirî û piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bi rê ve dibin û heta bigihêje armancên xwe wê berdewam bike.
Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin wê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin û xwe bispêrin hişyariya xelkê ji metirsiya şaneyên terorîst, kesên sûcdar. Her wiha wê ev hêzên beşdar di pêkanîna erkên xwe de gav paşde neavêje û bi awayekî hişk li terorîst, kesên sûcdar û her kesê ku wan vedişêrin, bide.”