ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Eyn Îsa û Til Temîrê 19 çete hatin kuştin
Di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temîrê de bi giştî 19 çete hatin kuştin. -
Xelkê Tebqayê cenazeyên du şehîdên xwe veşartin
Li Tebqayê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbûn. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê li Dêrazorê şehîd bû, hat veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şûcai Ebdulkerîm El Hezai ku li Dêrazorê di operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dilêşer a li navçeya Tirbespiyê hat veşartin. -
Malbatên şehîdan a Minbicê: Em ê li dijî êrîşan bibin mertal!
Malbatên şehîdan ên li Minbicê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin: “Em ê li hemberî êrîşên li ser rûmeta xwe, xaka xwe û mîrateya şehîdên xwe bibin mertalên xurt.” -
Li Til Temirê di êrîşa dewleta Tirk de 5 leşkerên Şamê mirin
Li navçeya Til Temirê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ku li ser nuqteyên leşkerî yên hikumeta Şamê hate kirin, herî kêm 5 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser du gundên Eyn Îsayê
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser du gundên Eyn Îsayê. Di şer de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser gundên Til Temirê, şer diqewime
Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser gundên Tawila, Til Tewîl û Xemsîn ên Til Temirê. -
Şervanên Minbicê rê nedan çeteyên Tirkiyeyê
Meclîsa Leşkerî ya Mibincê ragihadin ku wan rê nedane çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hewl didan xwe berdin nava gundên Minbicê. Dewleta Tirk ji ber vê yekê bi hawanan êrîş bir ser herêmê. -
Dewleta Tirk li Minbicê 5 mirov qetil kir
Dewleta Tirk li gundên bakurê Minbicê 5 sivîl qetil kir. Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk ku bira jî revandine. -
Di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de 4 şervan bûn şehîd
Hêzên Ewlehiya Navxweyî, nasnameyên 4 şervanên di Operasyona Bihêzkirinê de bûne şehîd eşkere kirin. -
Li Qamişloyê bi balafira biçek a bêmirov êrîş hat kirin
Li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê ku girêdayê Qamişloyê ye, êrîşê wesayîtekê hat kirin. Hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. -
Dewleta Tirk li Efrînê cîwanek revand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê cîwanekî Kurd revand. Dagirkeran 18 darên zeytûnan birîn. -
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da û got: “Em ê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rêya şehîdan bişopînin.” -
Festîvala Zarokan a 6’emîn li Kobanê dest pê kir
Bi dirûşmeya “Zarok hêviya pêşeroja azad in” li Kobanê festîvala Zarokan a 6’emîn dest pê kir. -
QSD: Şerê me li dijî çeteyan e
QSD: “Di navbera hêzên me û gelê Dêrazorê de tu pirsgirêk û nakokî tune. Şerê me li dijî çeteyan e.” -
Dagirker gundên Minbicê bombebaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker gundên li bakur rojhilatê û bakur rojavayê Minbicê, bombebaran dike. -
Li Dêrezorê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan û milkên wan ji komên çeteyan ji bo 48 saetan qedexeya derketina derve ragihand. -
Operasyona QSD’ê: 3 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operaysona QSD′ê ya bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Dehlê û beşek ji bajarokê Bisêrayê hatin paqijkirin û 3 çeteyên din hatin kuştin. -
Li Suveydayê li dijî hikûmeta Şamê xwepêşandaneke mezin hat kirin
Di çarçoveya xwepêşandanên protestoyî de ku ji gava rakirina subvansiyona sotemeniyê li Suveydayê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de, bi hezaran kes cardin derketin kuçe û kolanan. -
Li nêzî Laziqiyê şer qewimî: 5 leşkerên Şamê mirin
Li qadeke girêdayî herêma Laziqiyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û Tahrîr El Şam de şer derket. Di şer de 5 leşkerên Şamê û çeteyek mir. -
Mehekê 51 êrîş li ser Efrîn û Şehbayê hate kirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê ragihand ku meha Tebaxê dewleta Tirk a dagirker herî kêm 51 caran êrîş bir ser herdu herêman. Hêzên Şamê yên li herêmê jî çar caran bûn hedef, 10 leşker birîndar bûn. -
Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê 4 zarok qetil kirin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, ji bejahî ve êrîşê dibin ser gundên Minbicê. Êrîş yekser li ser sivîlan tê kirin. Hate ragihandin ku 4 zarok hatin qetilkirin. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Minbicê kirin, şer diqewime
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gundên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şer destpê kir. -
Cenazeyên 5 şehîdên QSD’ê li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyên 5 şervanên QSD’ê ku di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de bûn şehîd, li Reqayê hatin veşartin. -
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan şeniyên Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî ku di Operasona ′Xurtkirina Ewlehiyê' de şehîd bûbûn, veşartin.