ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê dimeşin
Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo protestokirina êrîşa li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. -
'Ji bo civakeke exlaq û polîtîk em hene û em ê hebin'
"Kêliya ku êdî, dest bi jêkirina lingê min kirin, min bi sewteke bilind, strana Kobanê îro Xemgîn e stra. Di nava wê stranê de weke pepûleyan di wan peyvan de difiriyam. Her tîpek jî dibû parçeyek ji canê min." -
Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand: 4 leşker mirin
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li derdora Şamê barandine. Di encamê de 4 leşkerên Şamê mirin. -
Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhertina demografiyê -1
Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ji holê rakirina nasnameya Efrînê serî li hemû rê û rêbazên qirêj da. Yek ji wan rêyan jî li şûna xelkê resen yê Efrînê bicihkirina malbatên Ereb ên deverên cuda yên Sûriyeyê ye. -
Komeleya Stêrk a Zarokan li Qamişloyê navenda xwe vekir
Komeleya Stêrk a Parastin û Şopandina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke” navenda xwe li Qamişloyê vekir. -
Li Tebqayê 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
Yekîneya Avê ya bajarê Tebqayê diyar kir ku ji ber ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qutkirin, 9 stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketine -
Li Reqayê tecrîd hat protestokirin
Li Reqayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê meşek girseyî hat lidarxistin. -
Dewleta Tirk kesekî din ji Efrînê revand
Dewleta Tirk a dagirker kesekî din ji navçeya Şera ya Efrînê revand. -
Li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî mirovahiyê
Li herêmên dagirkirî gel di nava krîzeke jiyanî de ye. Çeteyên dewleta Tirk bi rojane jin, zarok û kalan direvînin û qetil dikin. Her wiha kesên direvînin jî, ji bo berdanê jî pereyên Emerekî dixwazin. -
Li Lazkiyeyê êrîşên li ser hêzên hikumeta Şamê: 4 leşker mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li bejahiya bakurê Lazkiyeyê di êrîşên li ser hêzên hikumeta Şamê de 4 leşker mirin ku 2 ji wan efser bûn. Hate ragihandin ku 2 jî birîndar bûn. -
Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibûn, li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Meclisa Dayikên Şehîdan a Reqayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şermezar kirin û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Nesar Meiyof El Selcî yê ku dema li ser peywira xwe bû, şehîd bûbû, hate veşartin. -
4 şervanên YPG’ê şehîd bûn
YPG’ê eşkere kir ku 4 şervanên wan di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. -
Li Efrîn û Girê Spî paqijiya etnîkî û avakirina mêtingehan zêde bû
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekê de herî kêm 35 kes revand ku 4 ji wan jin in. Her wiha di çarçoveya polîtîkaya xwe ya paqijiya etnîkî de bi zorê penaber li Girê Spî bi cih kir. -
Di êrişa dewleta Tirk de li Qamişloyê 4 şervanên QSD'ê şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bombebarkirî êriş bir ser wesayiteke li Qamişloyê. QSD'ê ragihand ku di encama vê êrişê de 4 şervanên wan şehîd bûne. -
QSD'ê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
QSD'ê ragihand ku şervanê wan Nesar El Selcî dema li erka xwe bû 2`yê Tebaxê li Şedadê şehîd bûye. -
Dagirkeran li gundê girêdayî Til Temirê 5 sivîl birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê 5 kes birîndar kirin. -
YPG: Em ê her dem bi gelê xwe yê Êzidî re bin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Wekî duh îro û sibê jî em ê bi hemû hêza xwe bi civaka xwe ya Êzidî re bin. Şehîdên me yên qehreman parastina Şengalê ji me re wekî emanetekê hiştin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Şerayê êrişî benda hêzên hikumeta Şamê kir
Artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şera ya Efrînê bi droneyên bombebarkirî êriş kir. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. -
‘Li dijî komkujiyan divê rêbazên xweparastinê bên pêşxistin’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û got ku ji bo xelkê Şengalê cardin rûbirûyê komkujiyên bi vî rengî neyê divê rêbazên xweparastinê pêş bixin. -
Bi girseyî sersaxî dan malbata şehîd Ronahî Qarih
Ji bo gerîlaya YJA Starê Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih) li gundê Yaramaz ê Kobanê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. -
Dewleta Tirk 4 kes revand, fîdye xwest
Servîsên îstîxbaratê yên dewleta Tirk a dagirker li Kantona Efrînê 4 kes revandin. -
TEV-DEM: Bila Jenosîd bê naskirin û qada hewayî bê girtin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî salvegera 9’emîn a qirkirina li hemberî Êzidiyan daxuyanî da û ev bang kir, “Divê civaka navneteweyî vê jenosîdê nas bike û li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker qada hewayî bigirin.” -
PYD: Divê civaka me vegere li ser xaka xwe û herêmên xwe ji nû ve ava bikin
PYD`ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka Êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.