Şêniyên Herêma Firatê şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê Şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê li ser gora wan bi pêxistina findan bi bîr anîn.
Şêniyên herêma Firatê Şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê li ser gora wan bi pêxistina findan bi bîr anîn.
Meclîsa Malbatê Şehîdan a Herêma Firatê, merasîma bîranîna Şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê li Goristana Şehîd Dicle a li başûrî bajarê Kobanê li dar xistin. Bi sedan malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, ji bo bîranîna şehîdan tevlî merasîmê bûn. Di bîranînê de li ser gorê şehîdan find hat pêxistin û şehîd hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre Rêveberiya Meclîsa Malbatê Şehîdan a navçeya Çelebiyê Cîhan Elî axivî û got: “Her ku mijara DAÎŞ’ê derdikeve, dewleta Tirk êrîş dike. Divê êdî em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Divê em pêşî li pêla koçberiyê bigrin û xwedî li jiyana xwe ya wekhev derbikevin."
Piştî axaftinan li ser gora şehîdan find hatin pêxistin û şehîd hatin bi bîr anîn.