ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanan li PE'yê çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin
Ciwanên Kurd li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasborûgê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin. -
Bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê ne
Ji bo çalakiya navendî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Azadiya Ocalan azadiya me ye" bi hezaran Kurdistanî û dostên wan berê xwe dan Strasboûrgê. -
ÎHD: Em qenciyê naxwazin, em daxwaza mafê jiyanê dikin!
Komîsyona Jinan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ji bo Sîse Bîngol û girtiyên bi nexweşiyên giran civînek li dar xist. Di civînê de hate gotin, hiştina girtiyên nexweş li girtîgehê êşkence ye, binpêkirina qedexeya kiryarên xerab e. -
Li Iraqê 200 gorên komî hatin dîtin ku 12 hezar cesed tê de ne
Li herêmeke Iraqê ku di navbera salên 2014-2017'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, 200 gorên komî hatin dîtin ku tê texmînkirin 12 hezar cesed tê de ne. Neteweyên Yekbûyî diyar kir, dibe ku hîn bêhtir gorên komî werin dîtin. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bû cara 761'ê ku serî lê didin. -
Ji DÎSK'ê Rapora Îstîhdama Kamûyê
DÎSK'ê di 'Rapora Îstîhdama Kamûyê' ya Mijdara 2018'an de diyar kir personelên bi peyman zêde bûne, karmend kêm bûne û got, ''Hijmara karkeran zêde dibe''. -
Polîsên Tirk li Stenbol û Îzmîrê avêtin ser malan
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Stenbol û Îzmîrê avêtin ser malên xwendevanên rojnameya Kizil Bayrakê. -
Hikumeta Elmanyayê bersiv da pirsa li ser Hozan Canê
Hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku hemwelatiya Elmanyayê ye, ji aliyê rejîma Erdogan dîl hatibû girtin. Partiya Çep ji bo Hozan Canê pirsname da. Hikumeta Merkel jî got ku, “Ji bo darizandineke adilane, hewldanên me didomin.” -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Bordeaûxê ye
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" di hefteya 333'an de ye. Komek ji bajarê Bordeaûxê nobeda vê hefteyê dewr girt. Çalakgeran bang li her kesî kirin ku ji bo Ocalan li Strasboûrgê li hev bicivin. -
'Heta ku rejîma Erdogan hilweşe em ê li ber xwe bidin'
Koordînasyona Komalên Ciwan li ser çalakiyên ku di çarçoveya kampanya Serî Hilde de hatin lidarxistin daxuyaniyek da. Koordînasyonê diyar kir, ev pêngav wê belav bibe. -
Bi tonan mandelîn pûç dibin!
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke giran li hilberînerên pirtiqal û mandelîna kir. Bi tonan mandelî li bexçeyan bi daran ve pûç dibin. -
Ozsoy: Êrîşa li dijî Rojava wê li Tirkiyeyê vegere
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy işaret bi êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî kir û got, eger hewldaneke nû ya dagirkeriyê dest pê bike wê mîna bûmerangê li Tirkiyeyê vegere. -
ROJEVA 6'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Mijdara 2018'an. -
Enternasyonalîst li Gelsenkîrchenê ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan enternasyonalîst li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşiyan. -
Li Stûttgartê mîtînga piştgiriya bi Rojava re
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava mîtîngeke ya piştgrîkirinê hate kirin. -
Li Qersê 5 siyasetmedarên HDP’î û DBP’î hatin girtin
Ji kesên di serdegirtinên polîsan ên 26’ê Cotmehê yên li Qersê de ku hatibûn destgîrkirin, 5 HDP’î û DBP’î hatin girtin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Ji ber teqîna li santrala termîkê ya Çanakkaleyê karkerek mir
Li Çanakkaleyê li santrala termîkê teqîn çêbû û ji ber teqînê karkerek mir yek jî birîndar bû. -
Şervanê YPG’ê yê Kanadayî li Toronto hate bibîranîn
Şervanê YPG’ê yê Kanadayî John Robert li bajarê Toronto li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi aktivîteyekê hate bibîranîn. -
Meha Cotmehê li Tirkiyeyê 177 karker mirin
Meclîsa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar diyar kir ku di meha Cotmehê de herî kêm 177 karker mirine. -
Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen hişyarî da û got, krîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin, wê rê li ber şer vekin. -
Li Berlînê şehîd hatin bibîranîn
Li Berlînê şehîd hatin bibîranîn û civîna gel hate lidarxistin. -
Ciwanên Kurd ên li Munsterê komuneke nû ava kirin
Ciwanên Kurd ên li Munsterê, Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr ragihandin û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga rêxistinbûnê kirin. -
Rabûna li ber êrîşên desthilatdariya AKP'ê! -Analîz
PDK û rêveberiya Başûr bi bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşên li ser Rojava dibin hevparê vî sûcî. Gelo li bendê ne ku mîna Efrînê bê dagirkirin, bi sed hezaran Kurd bên koçberkirin û piştre jî ENKS'î ji bo nixumandina dagirkeriyê werin bikaranîn? -
Li Frankfûrtê şeva ji bo piştgiriya Efrînê
Li Frankfûrtê ji bo Pêngava Azadkirina Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxistin.