Bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê ne

Ji bo çalakiya navendî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Azadiya Ocalan azadiya me ye" bi hezaran Kurdistanî û dostên wan berê xwe dan Strasboûrgê.

Bi banga KCDK-E'yê û TJK-E'yê ji welatên Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê bi hezaran kes li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev. Kurdistanî hê jî diherikin Strasboûrgê.

Li ber Konseya Ewropayê wê gelek çalakî bên lidarxistin û rêze çalakî wê bi mîtînga îro dest pê bikin. Di çarçoveya çalakiyê de wê li Avendue de la Robersauyê saet 12:30'î daxuyaniyek were dayin.

Bi hezaran kesên ku li qadê kom bûne bi zimanên cuda dirûşman diqîrin, daxwaza azadiya Ocalan dikin û faşîzma dewleta Tirk şermezar dikin.

Di çalakiyan de wê berpirsyariyên Konseya Ewropayê û CPT werin bibîrxistin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku meha borî dayî wê were şermezarkirin. DMME'yê êşkenceya li ser Ocalan ji nedîtî ve hatibû.

Diyar bû ku ji Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropayê û Meclîsa Federal a Elman jî wê parlamenter li çalakiyê hazir bin.