ÎHD: Em qenciyê naxwazin, em daxwaza mafê jiyanê dikin!

Komîsyona Jinan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ji bo Sîse Bîngol û girtiyên bi nexweşiyên giran civînek li dar xist. Di civînê de hate gotin, hiştina girtiyên nexweş li girtîgehê êşkence ye, binpêkirina qedexeya kiryarên xerab e.

Komîsyona Jinan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ji bo berdana girtiya nexweş Sîse Bîngol a 85 salî ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dîl tê girtin, li avahiya şaxê komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endama komîsyonê Ezgî Sila Demîr daxuyanî da û bi bîr xist ku nexweşiyên kezeb, dil, mîzdank, astim, tansiyon û gelek nexweşiyên din bi Sîse Bîngol re hene. Demîr diyar kir, gelek ji van nexweşiyan di rapora tenduristiyê de jî cih digirin û hinek ji wan li raporê nehatine nivîsandin. Ezgî Sila Demîr got, "Ji ber ku nexweşiyên wê lê giran kirine, rakirine nexweşxaneyê û li qawîşa mehkûman a li nexweşxaneyê tê hiştin. Rewşa wê ya tenduristiyê giran e."

'ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hiştina girtiyên nexweş li girtîgehê û astengkirina tedawiya wan li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tê wateya êşkenceyê û binpêkirina qedexeya li ser kiryarên xerab. 

WEZÎFEYÊN DEWLETÊ HATIN BIBÎRXISTIN

ÎHD'ê ev daxwazên xwe ragihand:

"* Pêwîste di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de û li gorî mafên herî însanî de şert û mercên jiyanê yên mehkûman bên sererastkirin; pêşî li şîdet, êşkence/kiryarên xerab û binpêkirina mafê jiyanê were girtin, berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan bên darizandin.

* Hemû astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin, dawî li tedawiya destkelepçekirî, tedawiya li nezaretxaneya leşkerî, tedawiya li jêrzemînan bê anîn.

* Li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî, ji bo girtiyên nexweş guhertinên qanûnî yên zelal bên kirin û astengiyên li pêşiya bicihanîna wan werin rakirin.

* Saziya Tipa Edlî ku mohra xwe datîne binê biryarên ne objektîf û rê li ber derengxistina taloqkirina bicihanîna ceza vedike, tavilê ji dewrê bê derxistin. Divê raporên jia liyê nexweşxaneyên dewletê û nexweşxaneyên zanîngehê ve bên dayin, têrker bên dîtin.

* Hemû girtiyên bi nexweşiyên giran û kujer ku li girtîgehan nikarin bi tena serê xwe bimînin, tavilê werin berdan."

Di dawiya daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em merhemetê, ûjdan û qenciyê naxwazin. Ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweş em daxwaza mafê jiyanê dikin."