Li Frankfûrtê şeva ji bo piştgiriya Efrînê

Li Frankfûrtê ji bo Pêngava Azadkirina Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya NCDK a Frankfûrtê bi şîara ‘Şeva Piştgiriyê ya ji bo Azadkirina Efrînê’ çalakiyek hate kirin. Bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Maînz, Russelsaîm, Wîesbandê tevlî şevê bûn.

Wêneyên kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Kurdistanê û pankartên YPG û YPJ’ê li salonê hatin daliqandin.

‘EM Ê BIDIN SER RÊYA RÊBER APO’

Li ser navê Komîteya Amadekar hevserokên NCDK’ê yên Maînz û Hanaûyê axivîn. Hevserokan di axaftina xwe de gotin ku, “Em bidin ser rêya Rêber Apo û têkoşîna şehîdên xwe.”

Koma Şanoyê ya Zarokan a Hanaûyê jî govendên herêma Botan û Amedê pêşkêş kirin.

Di şevê de li ser navê KCDK-E’yê Yilmaz Kobanê axivî. Kobanê got ku, “Ji bo piştgiriya Pêngava Azadkirina Efrînê em hatine ba hev. Yên ku ji destkeftiyên gelê Kurd aciz bûne, îro êrîşî Rojava dikin. Li ser Rêbertiya me tecrîdeke girran heye. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tevlî vê pêngavê bibe ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan daye destpêkirin.”

Di şevê de Xelîl Xemgîn, Hozan Mizgîn, Ergîn Xelikan, Sena Dersimî, Hozan Metîn û koma Rapê ya bi Kurdî Freefîghter derketin ser dikê.

Şev bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.