Ozsoy: Êrîşa li dijî Rojava wê li Tirkiyeyê vegere

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy işaret bi êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî kir û got, eger hewldaneke nû ya dagirkeriyê dest pê bike wê mîna bûmerangê li Tirkiyeyê vegere.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kobanê û Girê Spî ji ANF'ê re nirxand. Ozsoy diyar kir, ev êrîş hewldana ji bo têkbirina têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye.

'BERXWEDANA KOBANÊ BÛ HÊVÎ'

Ozsoy diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li ser Kobanê ne ya qebûlkirinê ye û bi bîr xist derba destpêkê ya kuştinê li Kobanê li çeteyên DAÎŞ'ê hate xistin.

Ozsoy got, têkoşîna bê eman a li Kobanê û Girê Spî hate dayin, li cîhanê rê li ber hêviyeke mezin vekir û di nava tarîtiyê de ronahî afirand.

Ozsoy anî ziman, berxwedana gelê Kobanê ya li dijî belayê DAÎŞ'ê di heman demê de bû çavkaniyeke xurt ji bo têkoşîna siyasî û civakî û got, wezîfeya ku Kobanê bi cih anî di dîroka Rojhilata Navîn de rê li ber veguherîneke mezin vekir.

Ozsoy ragihand, berxwedana Kobanê ku têkoşîna siyasî ya gelê Kurd li cîhanê meşrû kir, ji aliyê dewleta Tirk ve weke gefeke cidî hate dîtin û bi bîr xist, desthilatdariyê wê wextê Desteya Ewlekariya Milî (MGK) civand û li dijî Kurdan hem li hundir hem jî li derve dest bi êrîşan kir.

Ozsoy got, "Eger bê bîra we, Erdogan got, 'Em ê destûrê nedin krîzeke nû ya Kobanê'. Ji wê rojê û vir ve timî êrîş dike."

Ozsoy da xuyakirin, destpêkirina êrîşan heman piştî civîna bilind a li Stenbolê cihê fikaran e û got, "Eşkere ye bi hêza ji wê civîna bilind wergirtî dest bi êrîşê kirin."

'ÊRÎŞ HEWLDANEK JI BO TÊKBIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê YE'

Ozsoy işaret bi tespîta endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim kir ku Muslim ji bo êrîşên dewleta Tirk gotibû, bi kêrî dirêjkirina emrê DAÎŞ'ê tê. Ozsoy diyar kir ku ew tevlî vê tespîtê dibe û got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk kengî bi ser DAÎŞ'ê ve biçin, Tirkiye dikeve dewrê û dest bi êrîşan dike.

Ozsoy bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî, QSD'ê 31'ê Cotmehê eşkere kir ku ew operasyonên li Dêra Zorê yên li dijî DAÎŞ'ê ji bo demekê radiwestînin. Hişyar Ozsoy anî ziman ku pêvajoyeke bi heman rengî beriya niha li Efrînê jî rû dabû û destnîşan kir, ev êrîşên tên kirin, divê weke hewldanek ji bo têkbirina têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê were dîtin.

'EGER NERAZÎBÛNEKE XURT NEYÊ NÎŞANDAN, ÊRÎŞ DIKARE VEGUHERE DAGIRKERIYÊ'

Ozsoy diyar kir, hikumeta Erdogan niha hewl dide nerazîbûnan bipîve û hişyarî da, eger nerazîbûneke xurt neyê nîşandan dibe ku ev êrîş veguhere dagirkeriyê.

Ozsoy di vê çarçoveyê de bal kişand ser helwesta sist a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û iwha pê daket: "Wê spekulasyon be ku mirov bêje di civîna bilind a çar alî de bazarî li ser vê hatibe kirin. Lê belê ev rastî jî heye; Tirkiye dixwaze van êrîşan bi rêk û pêk bike û bi vî rengî nerazîbûna Fransa û Amerîkayê bipîve. Eger nerazîbûneke xurt ji wir neyê, dikare van êrîşan bike dagirkeriyeke berfireh."

'AMADEKARIYA JI BO ÊRÎŞA LI SER ROJAVA'

Hişyar Ozsoy diyar kir, yekane polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê çûyina Esad û nebûna xwedî statuya Kurdan e û got, rejîma Erdogan ku neçar ma dest ji armanca xwe ya yekemîn berde, niha tenê hewl dide polîtîkaya xwe bi dijberiya li Kurdan bimeşîne.

Ozsoy ragihand, Tirkiye di vê çarçoveyê de hêzên li dijî rejîma Esad şer dikin li cihekî kom dike û ji bo êrîşê bibe ser Rojava wan amade dike.

Ozsoy diyar kir ev konsepta şer a li dijî Kurdan wê ji tiştekî re nebe çare û herî dawî got, "Erdogan wê neçar bimîne ku di nava çiraveke mezintir de bigevize. Ev yek wê bi rengekî neyînî bandorê li têkiliya Kurd û Tirkan bike. Tirkiye nizane li Rojhilata Navîn bi çi rengî nêzî Kurdan bibe. Tenê bi zimanekî zane, ew jî zimanê êrîşê ye. Israra di şer de ti pirsgirêkê çareser nake, berevajî vê yekê wê fatûreya xwe ya siyasî û aborî ji bo Tirkiyeyê hebe. Dibe ku Tirkiye mîna li Efrînê, ji aliyê leşkerî ve Amerîkayê bi rê û rêbazekê îqna bike, Rûsyayê jî ber bi aliyê xwe ve bikişîne û hin dagirkeriyên din bike. Lê belê heta ku li Rojhilata Navîn, li nava mala wan meseleyeke mezin a Kurdan hebe, ev yek wê mîna bûmerangê lê vegere û lê bikeve."