Bi tonan mandelîn pûç dibin!

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke giran li hilberînerên pirtiqal û mandelîna kir. Bi tonan mandelî li bexçeyan bi daran ve pûç dibin.

Tirkiye wextekê weke depoya çandiniyê dihate dîtin. Gelek berhemên lê dihatin çandin. Yek ji van jî mandelîn û pirtiqal bû. Di vî warî de Tirkiye di nava 10 welatên destpêkê yên cîhanê de bû. Ji aliyê firotina pirtiqal û mandelînan ve di nava 5 welatên destpêkê de cih digirtin.

Ji ber ku piştgiriyeke têrker ji cotkaran re nayê dayin, her wiha ji ber krîzên siyasî û aborî, hilberîn û karê çandiniyê jî li ber qedandinê ye. Mandelîna ku fêkiyê demsala zivistanê ye û depoya vîtamîna C ye, îsal li bexçeyan li guliyê daran pûç dibin.

DI FIROTINÊ DE DIXISIRIN

Hilberînerên mandelîna ku di nava lep û wijdanê bazirganan de hatine hiştin, berhemên xwe bi xisarê difiroşin. Li market, dikan û bazaran kîloyeke mandelîna bi 3 heta 5 lîreyî tê firotin. Lê belê kîloyeke wan bi 400 heta 500 qurişî ji hilberîner û cotkaran tê kirin. Kedkar û cotkar bi xisarê difiroşin û yên qezencê jê dikin, bazirganin.

'BI 300 QURIŞÎ DIKIRIN, BI 5 LÎREYÊ DIFIROŞIN'

Hakan Olmez ku li navçeya Seferî Hîsar a Îzmîrê bexçeyê wî yê mandelîna heye, diyar kir ku buhayê mandelîna li Îzmîrê ji aliyê bazirganan ve tê destnîşankirin.

Olmez diyar kir, di serî de hikumet hemû saziyên dewletê li cotkaran nafikirin û got, "Bi tonan mandelîna li bexçeyê min heye. Li benda kirînê ne, lê belê buhayekî ku karibe bersivê bide mesrefa ku min lê kiriye, nehatiye danîn. Bazirganên tên vê derê ji xwe re buha diyar dike. Bazirgan bi giranî bi 300 heta 500 lîreyî dikirin. Bi vî buhayî ji me dikirin, lê li bazarê bi 4 an jî 5 lîreyî difiroşin... Em salekê kedê didin, lê belê kesên ku kedê nadin ew qezenç dikin. Gelek hevalên min bi buhayê ku bazirgan diyar kir, firot. Lê ez hînê li bendê me. Eger nikaribim heta hefteyekê bifiroşim, hingî wê hemû pûç bibin. Heta ku hinekên li cotkar û hilberîneran bifikire li vî welatî dernekeve holê, rewşa me wê timî bi vî rengî be."