Li Qersê 5 siyasetmedarên HDP’î û DBP’î hatin girtin

Ji kesên di serdegirtinên polîsan ên 26’ê Cotmehê yên li Qersê de ku hatibûn destgîrkirin, 5 HDP’î û DBP’î hatin girtin.

Parlemeterê berê yê HDP’ê Şefak Ozanli, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Qersê Cengîz Anli, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Ekremn Savci, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Qersê Cengîz Topbaşli û şêwirmendê Hevserokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen Hayatî Mehmetoglû, ên di serdegirtinên malan ên 26^ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin, piştî 11 rojan û şûnde derketin pêşberî dozger.

Siyasetmedarên ku îfadeya wan hatin girtin, ji aliyê dadgehê ve bi sûcê ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Siyasetmedarên hatin girtin şandin Girtîgeha Qersê.