'Heta ku rejîma Erdogan hilweşe em ê li ber xwe bidin'

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser çalakiyên ku di çarçoveya kampanya Serî Hilde de hatin lidarxistin daxuyaniyek da. Koordînasyonê diyar kir, ev pêngav wê belav bibe.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi sernavê "Xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin bike û çalakiyan bike" daxuyaniyek weşand û saleke pêngava Serî Hilde nirxand.

Koordînasyonê diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê niha bûye yekane hêviya azadiyê ji bo hemû mirovahiyê û got, "Dewleta TC a faşîst ku bûye belayê serê mirovahiyê, bi têkoşîneke bêhempa hatiye ber têkçûnê. Beriya her tiştî em afirînerê vê berxwedana bêhempa Rêber Apo silav dikin, careke din soz didin ku em ê bi şehîdên şoreşê re dilsoz bin û sala 41'ê ya partiya xwe ji niha ve li gelê xwe pîroz dikin."

ENCAMÊN SALEKÊ YÊN PÊNGAVA SERÎ HILDE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, pêngava SERÎ HILDE ku beriya niha bi salekê dest pê kir, li dijî faşîzma dewleta Tirk dewam dike û armanca wan a bingehîn xurtkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e.

Koordînasyonê diyar kir, bi destpêkirina pêngavê re ciwanên welatparêz şoreşger û gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi xurtî tevlî pêngavê bûn û ev yek bû hêviyeke mezin ji bo wan.

Li gorî daxuyaniyê, pêngava Serî Hilde hemû ciwanên bê nasname hatine hiştin û ciwanên Kurdistanê yên welatparêz li her derê gihandiye hev û hate gotin, serîhildana li ber zilm, êşkence, koledarî û êrîşên mêtingeriyê, sekneke bi rûmet e. Di daxuyaniyê de hate gotin, beşeke girîng a ciwanên Kurd bûn çalakger û hêza birêxistinkirinê ya pêngava Serî Hilde.

GELEK ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Koordînasyona Komalên Ciwan ragihand, di çarçoveya pêngava Serî Hilde de li gelemperiya Kurdistanê û Ewropayê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk li qada legal û îllegal gelek çalakî hatin lidarxistin û hate gotin, "Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê saziyên mêtingeriya AKP-MHP a faşîst û xayinên sîxuriyê ji wan re dikin bûn hedefa wan. Li dijî bi dehan sazî û febrîqeyên li metropolên Tirkiyeyê yên beşek ji şerê taybet ê faşîzmê ne, bi sekneke mezin a şoreşgerî û biryardarî hatin şewitandin. Wekî din, ciwanên Başûrê Kurdistanê di pêvajoya Efrînê de xeta xiyanetê ya PDK-YNK'ê qebûl nekirin û li dijî êrîşên faşîzma TC'ê serî hildan, daketin qadan û bi çalakiyên xwe yên li meydana berxwedanê bersiv dan çeteyên hevkar. Ciwanên Rojava ku 8 sal in bi awayekî fedayî cihê xwe di nava şerê Rojava de digirin, di pêvajoya pêngava Serî Hilde de roj bi roj rêxistinbûna xwe mezin kir, li dijî mêtingeriyê bêhtir ketin çeperê berxwedanê û li her derê çalakî kirin. Ciwanên Şengal û Mexmûrê jî sekna xwe û mercên jiyanê yên li dijî faşîzmê li gorî şer bi rêxistin kirin, hem cihê xwe li nava çeperên berxwedanê girtin, hem jî tevna rêxistinbûnê mezin kirin. Ciwanên Rojhilat cihê xwe di xeta fedayî ya her serhildanê de girt careke din nîşanî serdestan dan ku wê faşîzmê qebûl nekin. Ciwanên Kurd ên welatparêz ên li Ewropayê her der kirin qada berxwedanê û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, welêt û nirxên xwe, bi mezinkirina berxwedanê careke din nîşanî tevahiya cîhanê dan."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FÛHÛŞ, NARKOTÎK Û SÎXURKIRINÊ

Koordînasyonê da xuyakirin, di çarçoveya pêngava Serî Hilde de li dijî êrîş û polîtîkayên ku bi rêbazên qirêj û şerê taybet ciwanan bi taybetî jinên ciwan dejenere dikin, têkoşîneke radîkal hatiye dayin. Koordînasyonê bi bîr xist, bi polîtîkayên fûhûş, narkotîk û sîxurkirinê re hewl didin ciwanan bi taybetî jinên ciwan ji bîr û hişê Kurdîtiyê dûr bixînin, nezan bikin û ji refên berxwedanê vegirin. Li dijî van polîtîkayan ciwanên Kurd û jinên ciwan daketin meydana berxwedanê û bersiv dan qirkeran. Li her devera lê ne li dijî kes û saziyên karê fûhûş, narkotîk û sîxuriyê idkin, çalakiyên radîkal kirin û bi vî rengî polîtîkaya dijmin pûç kirin."

YEKÎNEYÊN XWEPARASTINÊ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tevî ciwanên Kurd ên li Kurdistan û Ewropayê, ji bo ciwanên şoreşger, sosyalîst, demokratîk gelek karên perwerdeyê hatin kirin û ciwanên şoreşger-sosyalîst xwedî il pêngava wan derketine.

Bi dewamî hate gotin, li ser vê bingehê bi dehan komîte, komun û meclîsên ciwanan hatin avakirin, kongre-konferans hatin lidarxistin û ji sporê heta çandê gleek çalakî û sazîbûn hatin birêxistinkirin.

Koordînasyonê da zanîn, di çarçoveya pêngava Serî Hilde de ji her devera cîhanê bi hezaran ciwan tevlî nava refên gerîla bûn, cihê xwe di nava eniya berxwedanê de girtin û li gelemperiya Kurdistanê gelek yekîneyên xweparastinê yên şoreşgerî hatin avakirin.

PÊNGAVA SERÎ HILDE WÊ BERFIREH BIBE

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêngava Serî Hilde ya salek berê li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir wê berfireh bibe û hate gotin, "Bila gelê me zanibe; em ê roj bi roj hîn bi xurtî li ber xwe bidin û şoreşa Kurdistanê bi ser bixînin. Em ê tola hemû hevrêyên xwe yên di vê oxirê de şehîd bûne hilînin. Em ê welat û gelê xwe bi canê xwe biparêzin. Em fedayiyên sondxwarî yên Rêber Apo ne û heta ku desthilatdariya serçete Erdogan hilweşînin em ê li her cihî di her kêliyê de li ber xwe bidin. Em hemû ciwanên welatparêz leheng ên Kurdistanê yên tevlî pêngava me ya Serî Hilde bûne silav dikin û dibêjin, em li her qadê xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin û çalakiyan pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku ji bo hilanîna tolê ji faşîzmê, têkoşînê geş bikin û tevlî nava refên gerîla bibin."