Ji DÎSK'ê Rapora Îstîhdama Kamûyê
DÎSK'ê di 'Rapora Îstîhdama Kamûyê' ya Mijdara 2018'an de diyar kir personelên bi peyman zêde bûne, karmend kêm bûne û got, ''Hijmara karkeran zêde dibe''.
DÎSK'ê di 'Rapora Îstîhdama Kamûyê' ya Mijdara 2018'an de diyar kir personelên bi peyman zêde bûne, karmend kêm bûne û got, ''Hijmara karkeran zêde dibe''.
Rêveberiya Lêkolîna ya DÎSK-Karê Giştî Rapora Îstîhdamê ya Kamûyê ya Mijdara 2018'an weşand.
Di raporê de guherînên îstîhdama kamûyê ya dema 2016-20017'an li ser daneyên rojane bi berfirehî hate lêkolînkirin.
Li gorî lêkolînê dema Kanûna 2016-2017'an 67 hezar personelên bipeyman zêde bûne, 23 hezar karmend jî kêm bûne.
Di nav îstîhdama giştî ya 2017'an de hijmara karkeran 3,2 ji 100'î zêde bûye û bûye 18 milyon û 960 hezar.