Li Berlînê şehîd hatin bibîranîn

Li Berlînê şehîd hatin bibîranîn û civîna gel hate lidarxistin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye civîna gel hate lidarxistin û 4 gerîla hatin bibîranîn ên ku di şer de şehîd bûbûn.

Civîn li lokala Meclîsa Gel a Berlînê hate lidarxistin. Hevseroka NAV-DEM’ê ya Berlînê Melek Yûla di destpêkê de axivî. Ji xeynî malbatên şehîdan, ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan kes tevlî bernameyê bûn.

Hevserok Yûla bal kişand ser têkoşîna şehîdan û got ku “Tekane rêya xwedîlêderketina şehîdan, ked û hewldan e.”

Ji xeynî malbatên gerîlayên şehîd Rûbar Amed, Dilpak Faraşîn, Cotkar Kato û Mahîr Meletî, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan jî axivî.

‘BI SAYA ŞEHÎDAN EM BI SER KETIN’

Parlementera Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî tevlî civînê bû û geşedanên dawîn ên siyasî nirxand. Yîgîtalp diyar kir ku bi saya şehîdan wan hin hişt bi dest xistine û di heman demê de polîtîkaya înkarê jî hatiye pûçkirin.

‘ME RÊBER APO BAŞ FÊM NEKIR’

Yîgîtalp got ku, “Rêber Apo her dem digot, ‘Ez li vê derê muzakereyan dikim, lê hûn nesekinin, xebatên xwe bidomînin’. Me ev gotinên Rêber Apo baş fêm nekir. Rêya derbaskirina vê pêvajoyê jî şikandina tecrîdêye û beşdariya têkoşînê ye.

MALBATÊN ŞEHÎDAN AXIVÎN

Nasir Mazak ê ku birayê Rûbar Amed e, qala birayê xwe kir. Mazak got ku, “Birayê min bi zanebûn tevlî nav refan bû. Di qada şer de li ku derê peywireke dijwar hebû, birayê min xwest biçe wê derê. Li her çar aliyên Kurdistanê şer kir. Bila serê me, gelê Kurd û Kurdistanê sax be.”

Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan jî got ku, “Dema kurê min çû nav refan, min jê re got ‘Çiya dijwar in’. Kurê min got ku ‘Ez kurê te me, xeman nexwe’. Ez ê heta dawiya emrê xwe bi serbilindî bijîm.”

BANGA JI BO ÇALAKIYA AZADIYA JI BO OCALAN

Di bibîranînê de banga tevlêbûna çalakiya ‘Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî’ hate kirin a ku ew ê ji Berlînê heta Strasboûrgê were kirin. Di 5’ê Mijdarê de ew ê saet di 22.00’an de ji pêşiya Komeleya Berlînê otobus û wesayît biçin Strasboûrgê.