Şervanê YPG’ê yê Kanadayî li Toronto hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê yê Kanadayî John Robert li bajarê Toronto li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi aktivîteyekê hate bibîranîn.

Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja Yekşemê bi aktivîteyekê şervanê YPG’ê John Robert hate bibîranîn.

John Rober 4’ê Mijdara 2015’an di encama êrîşeke întixarî ya li gundê Himere ya girêdayî Hesekê de şehîd bibû.

Xaleta Robert di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku wê her demê cih li gel gelê Kurd bigirin.

Her wiha di bîranînê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin û nerazîbûn hate nîşandan.

Dîsa ‘Darbeya Siyasî’ ya 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî hevserokê û wekîlên HDP’ê hatibû lidarxistin jî hate protestokirin.