Hikumeta Elmanyayê bersiv da pirsa li ser Hozan Canê

Hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku hemwelatiya Elmanyayê ye, ji aliyê rejîma Erdogan dîl hatibû girtin. Partiya Çep ji bo Hozan Canê pirsname da. Hikumeta Merkel jî got ku, “Ji bo darizandineke adilane, hewldanên me didomin.”

Hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku li Kolnê dijî, ji bo ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Di dema mîtînga HDP’ê ya li Edîrneyê de, Hozan Canê di 23’ê Hezîrana 2018’an de hate destgîrkirin. Ji ber ku di fîlmekî de ya ku qala têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê dike Hozan Canê jî lîstibû, Hozan Canê hatibû sûcdarkirin.

Ji bo Hozan Canê 13 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji bo serbestberdana Hozan Canê pirsnameyek pêşkêşî Meclîsa Federal hate kirin.

Pirsnameya ku parlementera Partiya Çep Gokay Akbûlût dabû, li ser navê hikumeta Merkel, Wezareta Karê Derve bersivand.Wezaretê diyar kir ku Hozan Canê ji mafên konsolosxaneyê sûdê werdigire.

KONSOLOSXANEYA ELMANYAYÊ GELEK CARAN ÇÛYE GIRTÎGEHÊ!

Wezareta Karê Derve diyar kir ku Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Stenbolê gelek caran çûye serdana Hozan Canê û got ku, “Têkiliya me ya bi wê re didome. Ji bo ku şertên wê yên girtîgehê baş bibin, hewldanên me didomin.”

Akbûlût diyar kir ku vê bersiva Wezareta Karê Derve mirov tatmîn nake. Akbûlût got ku, “Hozan Canê ya ku sûcê wê tune, divê serbest were berdan. Berê jî kesên bi navê Meşale Tolû, Peter Streûdtner û Denîz Yucel belasebeb hatibûn girtin. Hozan Canê jî ji bo Erdogan dîl e. Divê hikumeta Elmanyayê ji bo ku Hozan Canê serbest were berdan, zextan bike lê divê neke meseleya bazarkirinê. Jixwe dema bibe meseleya bazarkirinê, AKP dema dîlekê/î berdide,êdî kesekî/e din dike dîl.”

Li gorî agahiyên ku Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê dide, ji ber sûcdarkirinên siyasî li Tirkiyeyê 5 hemwelatiyên Elmanyayê di girtîgehê de ne. Lê tê diyarkirin ku ev hejmar zêdetir e. Ji ber ku rayedarên Tirkiyeyê hemwelatiyên Elmanyayê yên ku tên girtin, bi derengî ji hikumeta Elmanyayê re radigihîne.”