ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên MLKP'ê li Den Haag û Bordeaûxê hatin bîranîn
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi navê "Şehîdên meha Mijdarê yên MLKP'ê" civînên bîranînê hatin lidarxistin. -
Navê xwe 'Altay' e, lê bi temamî malê Elman e
Tanka ku rejîma Erdogan navê 'Altay' lê kiriye û wê destpêkê 250 heb bên çêkirin, di serî de motor û çekên wê hema bêjin temamiya wê malê Elman e. Sermayedarên wê jî milyarderê Malezyayî Albûkhary û Mîrnişînê Qatarê ne. -
Rojavayî nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin: Bi erka xwe rabin
Welatiyên Rojava û nûnerên gelek saziyan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ji bo bi erka xwe rabin. -
ROJEVA 12'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Mijdara 2018'an. -
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stockholm û Bremenê hatin bîranîn
Şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Salvegera avabûna PKK’ê li Dûîsbûrgê hate pîrozkirin
Bi wesîleya salvegera avakirina PKK’ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pîrozbahiyek hate lidarxistin. -
Bi hezaran kesan Erdogan û Trûmp protesto kirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û serokê DYE’yê Donald Trûmp ji aliyê hezaran kesan hatin protestokirin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
SES û TTB: AKP birçîtî û mirinê ferz dike
Endamên SES û TTB'yê pêşnûmeya yasayê ya AKP'ê ku pê nahêle doktorên îxrackirî li nexweşxaneyên taybet bixebitin şermezar kir. Di çalakiyê de hate gotin AKP, kesên ku weke wan nafikire bi birçîbûnê û mirinê terbiye dike. -
Nûceyfî yê hevkarê Erdogan axivî!
Waliyê berê yê Mûsûlê Esîl Nûceyfî yê ku Mûsûl teslîmî DAÎŞ’ê kir û hêzên dagirker ên Tirkiyeyê bir Başîkayê, îddîa kir ku ew ê DAÎŞ dîsa êrîşî Mûsûlê bike. -
'Em ê AKP'ê têk bibin'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got di hilbijartinê de ew ê AKP'ê ya ku xwe li ser şer û talanê ava dikin, têk bibin. Temellî diyar kir ku di şexsê Ocalan tecrîd li ser aştî û azadiyê datînin. -
Bûldan: Em ê li her derê bi ser bikevin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de wê li her derê bi ser bikevin û got, dem dema hevgirtinê ye. -
HDP wê bi çalakiyan destekê bide Leyla Guven
HDP'ê ji hemû saziyên xwe yên partiyê, parlamenter, rêxistinên bajar û navçeyan û meclîsên xwe xwest çalakiyan li dar bixin û destekê bidin Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. -
Başaran: Dixwazîn pêşî li kongreya me ya ciwanan bigirin
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî ji bo pêşîgirtina li kongreya wan a ciwanan tên kirin. -
Koçyîgît: Divê karker xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin
Komcivîna Kedê ya HDK'ê li Stenbolê dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku AKP êrîşê dibe ser mafên kedkaran û got, rêxistinbûyîna heyî ya karkeran têrker nîne. -
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hate girtin
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûna Aydin ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin. -
'Êrîş li dijî me hemûyan e, em ê bi hev re têk bibin'
Devrîmcî Cephe (Eniya Şoreşger) nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, "Ev êrîş li dijî me hemûyan hatiye kirin. Em ê bi hev re êrîşê têk bibin." -
Tecrîd û biryara DYA'yê li Ewropayê hatin şermezarkirin
Biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin. -
'Biryara li ser rêveberên PKK'ê encama bazara qirêj e'
Wekîla Partiya Çep Kakabaveh diyar kir, biryara DYA'yê ya li ser rêveberên PKK'ê encama polîtîkayên qirêj ên navbera DYA û Tirkiyeyê ye û got, ji bo êrîşên li dijî Kurdan biqedin û aştî pêk were, divê li Ewropayê konferansa aştiyê bê lidarxistin. -
Penaberên Sûriyeyî ji kîn û nefretê bêzar bûne
Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê gotin, mirovên li herêmê timî bi hêrs li wan dinerin. -
ROJEVA 11'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Frankfûrt, Viyana û Avîngnonê tecrîd û DYA hate protestokirin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanya, paytexta Avûstûrya Vîyana û li bajarê Avîgnon a Fransayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi çalakiyan hate protestokirin. -
Li Bonn, Kassel û Bernê tecrîd û DYA hate protestokirin
Li bajarê Bonn ê Elmanya û bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurt hatin protestokirin. -
'Em ê heta dawiyê xwedî li rêber û pêşengên xwe derkevin’
Endamên TEV-ÇAND’ê yên Bakurê Elmanyayê nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd dan û wiha gotin; “Em ê heta dawiyê xwedî li rêber ûpêşengên xwe derkevin.”