Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li bejahiya Dara Hênê ya Çewligê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Êlih û herêma Cûdî jî şerekî giran qewimiye.

TJK-E. Roj roja rabûna li ber êrîşên li dijî Rêber Apo ye, roja geşkirina têkoşînê ye.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir, gelek girtîgehên rejîma AKP'ê di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin û got, di bin navê ewlekariyê de li girtîgehan şîdet hatiye girankirin.

Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ku li navçeya Soderhamn a Swêdê ava bûye, yek ji mînakên herî baş ên piştgiriya navneteweyî ya ji bo Rojava ye.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê li Elmanyayê kongreya xwe pêk anî û ji kapîtalîzmê heta pirsgirêkên jinan û ekolojiyê gelek biryarên balkêş girt. CÎK'ê Îslamiyeta ku Siûdî, Îran, Tirkiye û DAÎŞ ferz dikin, red kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo dawî li qirkirina fîzîkî û çanda destavêtinê were anîn, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen hişyarî da û got, krîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin, wê rê li ber şer vekin.

Meclîsa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar diyar kir ku di meha Cotmehê de herî kêm 177 karker mirine.

Rêveberiya DYA’yê tevî guşarên li ser Îranê biryar da ku 8 welat bi demkî petrolê ji Îranê bikire. Di nava van welatan de Çîn, Tirkiye û Hindistan jî hene.

Li Îranê ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di nava krîzê de ye, hêz û derfetên karkeran ên ji bo kirînê 80 ji sedî kêm bûye.