Nobedarên vê hefteyê koma ji Bordeaûxê ye

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" di hefteya 333'an de ye. Komek ji bajarê Bordeaûxê nobeda vê hefteyê dewr girt. Çalakgeran bang li her kesî kirin ku ji bo Ocalan li Strasboûrgê li hev bicivin.

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê girtin, vê hefteyê ji aliyê Zahîde Azak, Şerefnaz Bûksûr û Berkay Deger ên ji bajarê Bordeaûxê hatin, dewr hate girtin.

Di hefteya 333'an a nobedê de Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê li Strasboûrgê li hev bicivin û çalakiyeke mezin bikin.

NERAZÎBÛNA LI CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ

Bi navê koma ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku zêdeyî du sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin û Konseya Ewropa û CPT hatin şermezarkirin ku li gel vê yekê jî gavekê neavêjin.

Çalakgeran diyar kirin, mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e ku agahiyê ji Ocalan bigirin û ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate xwestin ku di vî warî de tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Berkay Deger bi navê komê daxuyanî da û got, "Ev çalakiya bi rûmet û mafdar a ji bo azadiya Rêber Apo şeş sal û nîv e dewam dike. Me jî çalakî vê hefteyê ji hevrêyên xwe dewr girtin. Rêber Apo 20 sal in li giravekî tecrîdkirî ye. Zêdeyî 3 sal in tecrîd hatiye şidandin û ti agahî jê nayê girtin."

'CPT LAL, DMME JÎ KER BÛYE'

Di daxuyaniyê de helwesta CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate şermezarkirin û hate gotin, "CPT lal, DMME jî ker bûye. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Gelo dema mijar Kurd û Kurdistanê be çima cîhan bêdeng e? Divê CPT û DMME dengê me bibihîzin û bikevin nava liv û tevgerê."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd jî hate kirin û hate gotin, "Pêwîste gelê Kurd tecrîda li Îmraliyê bişikîne. Ev çalakî heta serketinê wê bidome. Girîng e em ji bo azadiya Rêberê xwe hemû berdêlan bidin ber çavên xwe û li her platformê azadiyê bînin ziman."

Herî dawî bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku roja Sêşemê bi xurtî tevlî çalakiya mezin a li ber Konseya Ewropayê dest pê dike bibin.