Li Stûttgartê mîtînga piştgiriya bi Rojava re

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava mîtîngeke ya piştgrîkirinê hate kirin.

Mîtînga ku li Schlossplatezê ji aliyê MLDP/ÎCOR Stûttgart, Koma Sîndelfîngen, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê ve hate organîzekirin. Gelek çepgirên Elmanî tevlî mîtîngê bûn.

Li qada mîtîngê li ser maseyên enformasyonê gelek broşurên ku şoreşa Rojava tîne ziman hatin belavkirin.

Çalakvanan di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Ji Kurdistanê re azadî, dawî li xebatên xwe yên bi dewleta Elman û Tirkiyeyê re bînin”, “Kobanê biparêzin, ji bo alîkarîkirina Kobanê deriyê sînoran vekin” û “Qetlîamên li Kurdistanê bisekinînin” vekirin.

Nûnera Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgart Şeval Guneş axivî û bal kişand ser êrîşên piştî lûtkeya çaralî ya ku 27’ê Cotmehê li Stenbolê hate kirin û got: “Erdogan tişta ku DAÎŞ dike niha dixwaze heman tiştê bike.”

Ji Tugayên Enternasyonalîst Eberhard Schmîd jî diyar kir ku di beşa tenduristiyê ya li navenda Kobanê de karkiriye û diyar kir ku ev xebat wê ji bo şoreşa Kobanê dewam bike.

Ji aktivîstekî enternasyonlîstên Solîderîtaer jî ji bo elektirîka navenda tenduristiyê ya Kobanê cîhaza bi navê Fotowoltaîck bigihîne navenda tenduristiyê banga alîkariyê kir.

Piştî nirxandinên kin ên welatiyên herêmê mîtînga piştgiriya bi Rojava/Kobanê re bi dirûşman ve bi dawî bû.