Ciwanên Kurd ên li Munsterê komuneke nû ava kirin

Ciwanên Kurd ên li Munsterê, Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr ragihandin û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga rêxistinbûnê kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ku 21'ê Cotmehê li bajarê Bergîsch Gladbach ê Elmanyayê hate ragihandin, coş û kelecaneke mezin xistibû nava ciwanên Kurd. Ciwanên Kurd ên li Munsterê ne, tevî dostên xwe Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoreşger de ava kirin.

Ciwanên Kurd diyar kirin ku wan bi şiyara "Serî li ber faşîzmê rake, Rêber Apo azad bike" komuna xwe ava kirine. Di civîna ciwanan de hate ragihandin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ciwan û tevahiya gelên Kurdistanê hatiye tecrîdkirin. Ciwanan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kobanê û Girê Spî jî şermezar kirin û bang li ciwanan kirin ku xwe bi felsefeya Ocalan bi rêxistin bikin û li ber êrîşan rabin.

'EM Ê XWE BI RÊXISTIN BIKIN Û TECRÎDÊ RAKIN'

Endama Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr Jînda Riha diyar kir ku dem hatiye êdî ciwanên Kurd bi berpirsyarî rabin û got, "Divê em xwe bi felsefeya Rêberê xwe bi rêxistin bikin, li ber êşkenceya tecrîdê û êrîşên qirkirinê rabin. Beşeke mezin a têkoşîna li dijî tecrîdê rêxistinbûn e. Ciwanên Kurdistanê divê bêhtir Rêber Apo fêhm bikin û li ser bingeha paradîgmaya wî xwe bi rêxistin bikin."

Jînda Riha diyar kir, rêxistinbûn bersiva herî mezin e li dijî tecrîdkirin Ocalan û got, "Em bang li ciwanên Kurdistanî dikin ku li her devera lê ne komun û meclîsên xwe ava bikin, li ber faşîzmê rabin û ji bo azadiya Rêberê me têbikoşin."