Operasyon wê bi giranî li stasyonên trenê û otobusan bê ikrin, bi taybetî li seferên ji welatên cîran û bajarên mezin ên Fransayê wê werin kirin.
Retailleau got, "Ji destpêka salê û vir ve me 47 hezar koçberên qaçax binçav kirin. Mebesta min ew e ku koçberên qaçax li Fransayê bi xweşî neyên pêşwazîkirin. Welatek ji sînoran pêk tê. Yek hundir, yek jî derve."
Wezîr anî ziman ku di polîtîkayên koçberiyê de bi rêjeya ji sedî 24'an kêm destûra mayinê tê dayin û dersînorkirin jî bi rêjeya ji sedî 14 zêde bûye.
Li aliyê din, Retailleau îdîa kir ku bi rageşiya navbera Îsraîl û Îranê re li Fransayê gefa terorê zêde bûye û got, hem gefa komên Îslamî yên xwecihî, hem jî gefa ji ber rejîma Îranê heye.