Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bû cara 761'ê ku serî lê didin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hemû serlêdanên parêzeran ên heta niha hatine kirin bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê", "tamîrkirina keştiyê" û "rewşa awarte" nehatin qebûlkirin.

Parêzeran herî dawî 27'ê Tîrmeha 2011'an Ocalan dîtibûn. Ji hingî ve 761 car in serî lê didin, lê dikin nakin destûrê nastînin.