Rabûna li ber êrîşên desthilatdariya AKP'ê! -Analîz

PDK û rêveberiya Başûr bi bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşên li ser Rojava dibin hevparê vî sûcî. Gelo li bendê ne ku mîna Efrînê bê dagirkirin, bi sed hezaran Kurd bên koçberkirin û piştre jî ENKS'î ji bo nixumandina dagirkeriyê werin bikaranîn?

Kapîtalîzmê exlaqa siyasî, wijdan û edalet li cîhanê nehiştiye. Şervanên azadiyê yên Kurd li Şengalê pêşî li qirkirina Êzidiyan girtin, li Kobanê û Sûriyeyê nehiştin ku DAÎŞ komkujiyên li dijî mirovahiyê bike û bi vî rengî mirovahî ji vê rewşa şermê rizgar kir. Nêzîkatiya li van şervanên azadiyê yên Kurd tê nîşandan, vê rastiyê radixe pêş çavan. Li şûna ku xwedî li şervanên azadiyê derkevin ku li Şengalê cîhan ji şermê rizgar kirin, li pêşberî dewleta Tirk a êrîşê dibe ser şervanên azadiyê bêdeng dimînin. Li pêşberî qetilkirina Mam Zekî Şengalî bi êrîşa hewayî bêdeng man ku Mam Zekî di rizgarkirina Şengalê ji nava lepên DAAÎŞ'ê de rola xwe hebû. Gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê li Kobanê û Sûriyeyê DAÎŞ têk birin û mirovahî ji belayekî rizgar kirin. Lê belê li pêşberî êrîşên li dijî gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê bêdeng dimînin. Dewleta Tirk bi dijminatiya xwe ya li Kurdan û dijberiya xwe ya li demokrasiyê êrîşê dibe ser Kobanê û Girê Spî. Mîna ku tiştekî asayî ye, vê yekê pêşwazî dikin; ya jî bi daxuyaniyên sist û pûç ser van êrîşan dinixumînin. Ev yek bê exlaqiya siyasî ye. Ji ber ku beriya her kesî diviyabû hêzên koalîsyonê, Ewropa, Iraq, Sûriye, Îran û hemû welatên Ereb li ber van êrîşan rabûna. Diviyabû mirovahî tev li dij derketibûya.

Şervanên Kurd ji bo mirovahiyê bi hezaran şehîd dan. Dewleta Tirk ji bo Kurd nebin xwedî jiyaneke azad û demokratîk êrîşê dibe ser herêmên azad ên vî gelê ku ewqasî şehîd daye. Nikarin xwe li hebûna Kurdan rabigirin. Lê belê ev welatên ku gelê Kurd ew ji vê şermê rizgar kir û parast, li pêşberî êrîşên li Kurdan tê kirin bêdeng in. Bi helwesta xwe van êrîşan teşwîq dikin. Gelo cihê bê exlaqî û bê wijdaniyeke wiha heye? Xuya ye heye, ji ber ku netewe dewlet û welatên kapîtalîst ji bilî berjewendiyên xwe yên sar ên mîna qeşayê, ti nirxên xwe yên însanî û civakî nîne. Di nava cîhana bê nirx de ye ku ev yek metirsiya herî mezin e li ser mirovahiyê.

Serokkomarê Fransayê Macron, Şansolyeya Elmanyayê Merkel û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn li Stenbolê mîna ku tiştekî gelekî normal e li gotinên Tayyîp Erdogan ên dijminatiya li Kurdan guhdarî kirin. Ev yek bi xwe nîşan dide ku pîvana wan a exlaqî, wijdanî û edaletê nîne. Di civînê de qala aştî, aramî û çareseriya siyasî kirine, lê belê piştî civînê gotinên dijminatî û êrîşa li Kurdan ji devê Tayyîp Erdogan bariyan. Wateya vê yekê jî komkujiya mîna Efrînê, dewamkirina koçberkirina bi sed hezaran Kurdan e. Lê belê kesî ji Tayyîp Erdogan re negot; tu qala aştî, aramî û çareseriya siyasî dike, lê gotinên êrîş û şer ji devê te dibarin. Wê çaxê heq e ku mirov ji van mirovên pir pir mezin bipirsin; gelo aştî, aramî û çareseriya siyasî ji bo Kurdan jî derbas dibe, ya jî Kurd li derveyî van mijaran hiştine? Ji ber ku pratîk tê vê wateyê.

Mirov dikarin fêhm bikin ku hêzên kapîtalîst ji ber berjewendiyên xwe yên sar mîna qeşayê, li pêşberî êrîşên li dijî Kurdan bêdeng in. Gelo PDK çima bêdeng e? YNK çima bi dengekî bilind li ber êrîşan ranabe? Naxwe, gelo îdîaya ku dibêje 'di êrîşa Şengalê de tiliya PDK'ê heye' rast e? Çawa ku li hemberî êrîşa li Şengalê bêdeng ma, dengê xwe li êrîşên li dijî Kobanê û Girê Spî jî nake. Weke partî û hêzeke siyasî ya Kurd gelo ne divê bi tundî li ber van êrîşên dewleta Tirk rabe? Eger êrîşeke bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê bihata kirin û hin partiyên siyasî yên Kurd dengê xwe dernexistibûya wê ev yek çawa binirxanda? PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşên li ser Rojava re dibin hevparê vî sûcî. Gelo li bendê ne ku mîna Efrînê bê dagirkirin, bi sed hezaran Kurd cih û warê xwe biterikînin û piştre jî ENKS'î ji bo nixumandina dagirkeriyê werin bikaranîn? Gelo ji vê polîtîkayê xerabtir polîtîkayeke din heye? Çi eleqeya vê bi Kurdîtiyê, bi siyaseta Kurdan heye? Siyaseta Kurd siyaseta li gorî berjewendiyên Kurdan e. Ev bêdengî xizmetê ji dijminê Kurdan re dike... PDK û rêveberiya Başûr bi bêdengiya xwe a li pêşberî van êrîşan qebûl kirine ku ew jî şirîkê vî sûcê dagirkeriyê ne.

Niha dîroka Kurdan tê nivîsandin. Di vê dîroka Kurdan de wê têkiliya hêzên kapîtalîst ên bi dijminatiya li Kurdan û hevkariya wan a di qirkirina Kurdan de were nivîsandin. Bi qasî vê yekê wê dijminatiya PDK'ê ya li Kurdan û şerê wê yê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd were nivîsandin. Hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re wê were nivîsandin ku di dijminatiya li Kurdan de bi rola pêşengiyê radibe. Eger hebûna Kurdan bê parastin û bibe xwedî jiyaneke azad, cihê PDK'ê yê di nava dîrokê de wê bi vî rengî be. Xuya ye ji bo ev rûyê wan eşkere nebe, dixwaze her kes mîna wan xiyanetê bike û têk biçe. Dema ku mirov bala xwe bidin ser polîtîkaya wan, ev yek tê hişê mirovan.

Erk û wezîfeya dikeve ser milê Kurdan ew e, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a bi desthilatdariya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li her cihî li ber rabe. Eger li ber van êrîşên dewleta Tirk ranebin, ên ku niha li dijî PKK'ê ne wê ji vê rewşê poşman bibin. Dibêjin; poşmaniya herî dawî jî bê feyde ye. Ji ber vê yekê erk û berpirsyariya hemû Kurdan e ku bi hestên neteweyî li ber van êrîşên dewleta Tirk rabin û êrîşan têk bibin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA