Ji ber teqîna li santrala termîkê ya Çanakkaleyê karkerek mir

Li Çanakkaleyê li santrala termîkê teqîn çêbû û ji ber teqînê karkerek mir yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin li Santrala Termîkê ya 18’ê Adarê ya li navçeya Çan a Çanakkaleyê teqînek çêbû.

Hate ragihandin ku teqîn dema ku karkeran conta diguherand ji ber tengbûna gaza bûharê teqîn çêbûye.

Di encama teqînê de karker Ferdî Mûtlû mir û Onûr Terzî jî giran birîndar bû.

10 MEHAN DE 1640 KARKER MIRIN

Tirkiye ji bo karkeran welatên herî bê ewle û bêbaweriye. Her meh bi dehan karker ji ber şert û mercên bê ewle yên kar bi gotina “qezayê” dimirin.

Li gorî Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) tenê meha Cotmehê 177 karker li Tirkiyeyê mirine. Di 10 mehên îsal de jî herî kêm 1640 karker dema kar de mirîne.

Di sala 2017’an de 2006 karker, sala 2016’an 1970, 2015’an 1730 karker mirîne. Sala 2013’an hejmara karkerêm mirî 1235 bûn.