Li Iraqê 200 gorên komî hatin dîtin ku 12 hezar cesed tê de ne

Li herêmeke Iraqê ku di navbera salên 2014-2017'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, 200 gorên komî hatin dîtin ku tê texmînkirin 12 hezar cesed tê de ne. Neteweyên Yekbûyî diyar kir, dibe ku hîn bêhtir gorên komî werin dîtin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di encama lêkolînekê de ragihand ku li herêmeke Iraqê 200 gorên komî hatine dîtin û tê texmînkirin 12 hezar cesed tê de bin. Ev herêm di navbera salên 2014-2017'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin.

Buroya Mafên Mirovan a NY'ê li ser mijarê raporek weşand û bang li hikumeta Iraqê kir ku gorên komî yên hatine dîtin biparêze û delîlan bide hev. Bi vî rengî wê karibe bersiv ji pirsên xizmên windayan re bê dayin.

Di raporê de hate ragihandin, gorên komî li bajarên Nînova, Kerkûk û Selahaddînê hatine dîtin. Her wiha hate gotin, li 28 gorên komî yên li bajarê Anbarê jî lêkolîn hatiye kirin û 1258 cesed hatine dîtin.

Li gorî raporê, li hin gorên komî çend cesed, li hinekan jî bi sedan cesed hene. Di raporê de hate gotin, dibe ku li goreke komî ya li başûrê Mûsilê cesedên leşker û polîsên Iraqî hebin.

Di raporê de hate diyarkirin, divê gorên komî werin parastin û cesed jî li gorî pîvanên derxistina cesedan bên derxistin.

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku bi cesedên ji gorên komî werin derxistin û agahiyên bên peydakirin wê lêpirsîneke xurt û darizandina sûcdaran bê kirin.

Di dewama raporê de agahî hate dayin ku çeteyên DAÎŞ'ê sê salan bi rêk û pêk mafên mirovan binpê kirine û ev kiryarên wan di asta sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê de ne.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet jî got, "Sûcên ku DAÎŞ'ê kirine dibe ku di çapemeniyê de weke manşet nayên weşandin, lê belê travmaya ku li ser malbat û mexdûran kirine hîn teze ye. Li ser rewşa bi hezaran jin, mêr û zarokan hê agahî nîne."

Di raporê de hate bi bîr xist ku xizmên winda ji bo agahiyê li ser xizmên xwe bigirin serî li 5 meqamên cuda didin û hate gotin, ev yek pirsgirêkek mezin e.