ROJEVA 6'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Mijdara 2018'an.

- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy işaret bi êrîşên il ser Kobanê û Girê Spî kir û got, eger hewldaneke nû ya dagirkeriyê dest pê bike wê ev yek li Tirkiyeyê vegere.

- Koordînasyona Komalên Ciwan li ser çalakiyên ku di çarçoveya kampanya Serî Hilde de hatin lidarxistin daxuyaniyek da. Koordînasyonê diyar kir, ev pêngav wê belav bibe.

- Nobeda "Azadî ji Ocalan re" di hefteya 333'an de ye. Komek ji bajarê Bordeaûxê nobeda vê hefteyê dewr girt. Çalakgeran bang li her kesî kirin ku ji bo Ocalan li Strasboûrgê li hev bicivin.

- Li Edeneyê çeteyên narkotîkê li taxên Kurdan hatin bicihkirin. Yên ku li dijî narkotîkê têdikoşiyan hatin girtin. Kurdistaniyên ku salên 1990'î ji ber zexta dewletê koçî Edeneyê kirin gotin, çete bi desteka polîsan li taxên wan hatine bicihkirin.

- Oktay Candemîr ku 15 sal in karê nûçegihaniyê dike, hema bêjin ji ber her nûçeyeke xwe dikeve ber lêpirsînê. Candemîr ji ber nûçeyên xwe 2 salên dawî 24 caran îfade da.

- Hikumeta Merkel bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep a der barê hunermenda Kurd Ozan Canê ku welatiya Elman e û ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatiye girtin. Di bersivê de hate gotin, "Ji bo darizandineke adîl bê dikin, em hewl didin."

- Li gorî lêkolîneke ku li Brîtanyayê hate kirin, eger îro referandûm bê kirin wê piraniya gel bixwaze di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne.