ROJANE
Hemû Nûçe
-
Lîga Mafên Mirovan xelat da Îmret
Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî xelata bi navê Carl von Ossîetzk îsal da Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl. -
Bakteriyên qewîn li YE’yê rê li ber mirina 33 hezar kesî vekir
Li gorî lêkolînekê, li Yekîtiya Ewropayê (YE) sala 2015’an 33 hezar kes ji ber bakteriyên ku dikarin bi antîbiyotîkan, mirine. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê çalakiyeke hevpar tê lidarxistin
Gelek sazî û parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê wê ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan a ku hikumet dixwaze bîne, roja 1'ê Kanûnê li paytext Berlînê xwepêşandaneke hevpar li dar bixin. -
Fermandar Arîan li PE'yê bang kir: Pêşî li dewleta Tirk bigirin
Dokûmantera "Fermandar Arîan" ku ji aliyê derhêner Alba Sotorra ve hate amadekirin, li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, karaktera sereke ya fîlm Fermandar Arîen bi rêya skypê tevlî çalakiyê bû. -
Wekîla Swîsreyî: Ji bo Ocalan tevgereke navneteweyî divê
Wekîla Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Konseya Ewropa û CPT jî di tecrîdkirina Ocalan de berpirsyar in û got, ji bo Ocalan divê tevgereke navneteweyî bê avakirin. -
ROJEVA 8'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Mijdara 2018'an. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanan Kurd kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanên şoreşger kir ku 8’ê Mijdarê li Strasbourgê bicivin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Salek û 8 meh ceza dan hevseroka SGDF’ê Çoban
Hevseroka SGDF’ê Ceren Çoban ji ber ku di roportajekê de qala dagirkeriya li Efrînê kiribû doz lê hatibû vekirin. Salek û 8 meh cezayê girtîgehê li Çoban hate birîn. -
Li Stockholmê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate destpêkirin. Çalakî bi kon a li qada Mynttorgetê ew ê heta hefteyekê bidome. -
Başaran: Girtiyê nexweş li ber çavan mir!
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikumet berpirsê mirina girtiyê nexweş ê bi navê Bûrhan Karatay e û got ku, “Hemû serlêdanên tehliyeyê hatine redkirin, daxwazên tedawiyê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê hatiye piştguhkirin.” -
Ji bo çalakiya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin
Komîteya Çalakiyê ya Strasboûrgê ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê banga tevlîbûnê kir. -
Hunermendên Kurd çalakiya azadiyê didomînin
Çalakiya bi şîara 'Azadiya Ocalan, azadiya me ye' ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, di roja duyemîn de hunermendên Kurd çalakiyê didomînin. -
Ji bo karkerên girtî yên balafirxaneyê îdîaname hate hazikirin
Ji bo karkerên înşeatê yên Balafirgeha Stenbolê ku ji bo şertên nebaş ên jiyan û xebatê protesto kiribûn, hatibûn girtin, îdîaname hate hazirkirin. -
Serokê KRXKE bi heyeta HDP'ê re rûnişt
Serokê nû yê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRXKE) Andreas Knape bi heyeta HDP'ê re rûnişt. Di hevdîtinê de rêveberiyên xwecihî hate nirxandin. -
Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
Bûrhan Karatay ê 67 salî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê bû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA 7'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Mijdara 2018'an. -
Êrîşa li Strasboûrgê li Viyanayê hate protestokirin
Êrîşa polîsên Fransî ya li ser çalakvanên li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Ocalan kirin, li paytexta Avûstûrya Viyanayê hate protestokirin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Ciwanên Kurd banga xurt a tevlîbûnê li çalakiya Strasboûrgê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger daxwaza bi lezgîn a berdana ciwanên di çalakiya Strasboûrgê hatibûn destgîrkiri kir, bang li Kurdan kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin. -
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsan hate redkirin. -
Derb li girtiyên li girtîgeha Manîsayê xistin
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ev sê rojin girtî hejmartina ser lingan qebûl nakin û qerdiyan derban li girtiyan dixin. -
Li Strasboûrgê helwesta tund: Em ê li ber xwe bidin
Piştî ku polîsên Fransiz êrîş birin ser çalakiya 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' ya ku li Strasboûrgê dest pê kiribû, bi daxuyaniyekê hate gotin, bi zextan nikarin Kurdan rawestînin. -
Temellî: 31'ê Adarê em ê faşîzmê paqij bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir polîtîkayê qirker û tundrew ên AKP'ê zêde bûne û got, ''31'ê Adarê dema ku me avêtin ser sergoya faşîzmê wê hevalên me jî azad bibin''. -
Li Strasboûrgê polîsan êrîşî gel kir
Polîsê Fransayê li Strasboûrgê bi bombeyên gazê êrîşî çalakiya gel kirin. KCDK-E nerazîbûn nîşanî êrîşê da û bang li Kurdistaniyan kir ku werin Starsboûrgê.