Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen hişyarî da û got, krîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin, wê rê li ber şer vekin.

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bîlgen bi bîr xist ku hevserok û parlamenterên wan 2 sal in girtî ne û got, "Girtina bi 2 salan li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û biryarên navneteweyî, demeke dirêj a girtîmayinê ye. Aliyê hiqûqî yê mijarê ne yê qebûlkirinê ye. Lê belê eşkere ye ku pirsgirêk siyasî ye. Parlamenterên DEP'ê bi 10 salan di girtîgehê de hiştin û Tirkiyeyê di dawiyê de got, 'Me barê dikeve ser milê xwe hilgirt, niha dora Ewropayê ye'.

Em qebûl nakin ku kes rabe siyasetmedaran weke dîlgirtiyan bibînin. Wekîlên DEP'ê 10 salan di girtîgehê de hiştin, dawiyê çi bû? Gelo doza wan, biryardariya wan a siyasî qediya? Ya jî demokrasiya li Tirkiyeyê derb xwar? Encamên hilbijartina 24'ê Hezîranê jî nîşan didin ku pêla dawî ya girtinê jî ji aliyê siyasî ve negihaştiye armanca xwe."

Ayhan Bîlgen diyar kir, li şûna ku krîz û pirsgirêk werin çareserkirin, li Tirkiyeyê êdî feraseteke welê heye ku ji krîzê sûdê werdigire. Bîlgen got, "Der barê wekîl û siyasetmedarên me, rojnamevan, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên girtî ne li bendê ne ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Koma Xebatê ya Girtin û Destgîrkirina Kêfî ya Neteweyên Yekbûyî biryareke çawa derkeve, ev yek nebaşiya herî mezin e li vî welatî."

Bîlgen got, çawa ku krîzên hiqûqî piştre rê li ber şikestina civakî û qutbûna psîkolojîk vedike, krîzên li polîtîkaya derve jî eger bi feraseta sûdwergirtina ji krîzê bê meşandin, wê rê li ber şerê herêmî veke.

Bîlgen işaret bi nêzîkatiya li krîza li Sûriyeyê kir û got, ev şêweyê meşandina krîza li Sûriyeyê xwedî wê potansiyelê ye ku rê li ber şerê herêmî veke.

Bîlgen got, li şûna feydegirtina ji pirsgirêkan, divê bi feraseta çareserkirina pirsgirêkan hewldan bên kirin.