Meha Cotmehê li Tirkiyeyê 177 karker mirin

Meclîsa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar diyar kir ku di meha Cotmehê de herî kêm 177 karker mirine.

Meclîsa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar rapora cînayetên kar weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de herî kêm 177 karker û di 10 mehên salê de jî 640 karker li ser kar mirine.

BÎLANÇOYA 10 MEHAN

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin: “Di rapora me de cînayetên kar ên ji ber nexweşiya pîşeyan tune. Li gorî daneyên ILO û WHO’yê ji bo her mirineke qezaya kar, 6 mirinên ji ber pîşeyê pêk tê.

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Çileyê de 144, di Sibatê de 128, di Adarê de 130, di Nîsanê de 189, di Gulanê de 169, di Hezîranê de 151, di Tîrmehê de 201, di Tebaxê de 184 û di meha Îlonê de jî 167 karker mirine.”

Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde di warên trafîk, qezaya servîsê, hilweşandin, ketina ji cihê bilind û krîza dil karker mirine.