ROJEVA 7'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, di salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, "Niha li zindanan, li derve û li her devera ku Kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo li dijî faşîzmê têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike, mizgîniyê dide ku sala 2019'an wê bibe saleke têkoşîna mezin."

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, "Şikandina tecrîdê wê faşîzmê ji holê rake û rê li ber zemîneke têkoşîna demokratîk veke."

- Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan bal kişand ser wesayita rîngê ku li dayika wê hatiye ferzkirin ji bo tevlî merasîma sersaxiya pîrika xwe bibe û got, ev yek bê wijdanî ye.

- Li ser kujerê sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê, Omer Guney, nivîsên veşartî yên navbera rêveberiyên Berlîn-Enqereyê eşkere bûn.

Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir û got, CPT der barê tecrîdê de her carê bi rola sê meymûnan radibe.

- Bi rengê xwe, bi devoka xwe ya balkêş û bi dilgermiya xwe balê dikişîne. Gerîlaya ji Hindistanê Jînda Cûdî bang li jinên dinyayê hemûyan kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.

- Tevî ku mexdûrên erdheja Wanê di dozên tazmînatê bi ser ketin jî, derket holê ku dewletê bi salan tazmînat nedaye mexdûran.