Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Strasboûrgê roja 20'an: Baweriya bi serketina çalakiyê xurt e

Nûnerên gelek saziyan û welatparêzên Kurd serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir, dewam dike. Nûnerên gelek saziyên Elewiyan doh serdana çalakiyê kirin. Her wiha bi sedan Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo destek û moralê bidin çalakgeran berê xwe dan Strasboûrgê.

JI 6 WELATAN KURDISTANIYAN SERDANA ÇALAKGERAN KIRIN

Ji Belçîka, Hollanda, bajarên Darmstadt, Freîbûrg, Dortmûnd, Frankfûrt, Karlsrûhe û Munchenê yên Elmanyayê Kurdistaniyan di nava rojê de serdana çalakgeran kirin.

Ji bajarên Basel û Zurîchê yên Swîsreyê, ji bajarê Lînzê yê Awûstûryayê û ji bajarên Mulhoûse, Metz û Saînt Avoldê yên Fransayê bi dehan kesî serdana çalakgerên li Strasboûrgê kirin.

DEMÎR: WÊ BI SER BIKEVIN

Mehmet Demîr ku demeke dirêj li Elmanyayê serokatî ji Federasyona Komeleyên kurd (YEK-KOM) re kir û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar jî hatin Strasboûrgê û bi çalakgeran re rûniştin.

Demîr bi bîr xist ku ew di demeke zehmet de ne û got, "Pêvajoya ku em tê de ne, di şexsê çalakiya hevalan de eşkere dibe. Ji ber vê yekê silav û rêzên xwe pêşkêşî hevalên ku di demeke wiha de bi barekî ewqasî giran rabûne, dikim. Pê bawer û piştrast im ku wê di çalakî û têkoşîna xwe de serketî bin."

ŞAKAR: ŞIKANDINA TECRÎDÊ TÊ WATEYA AZADIYA GELÊ ME

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar jî diyar kir, çalakiya ji bo rakirina tecrîdê hêja û dîrokî ye.

Şakar got, "Ji bo Kurdistanê pêvajoyeke gelekî krîtîk û dîrokî ye. Gelê me li ber xwe dide. Aliyê herî girîng ê vê pêvajoyê ew e; şikandina tecrîdê rêya ber bi azadiyê ve ye. Ev yek wê were wateya azadiya gelê me. Lewma ev çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê lidarxistin, gelekî dîrokî, watedar û hêja ye. Ez jî hemû hevalên çalakger silav dikim û pê bawer im ku berxwedana we wê bi ser bikeve."

CAFER TAR: SEKNA BI SERBILINDÎ WÊ PÊL BI PÊL BELAV BIBE

Ji nivîskarên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Cafer Tar jî anî ziman ku sekna serbilindî ya bi greva birçîbûnê re hate nîşandan wê pêl bi pêl belav bibe û gel hîn bêhtir nêzî azadiyê bike.

Kurdistaniyên tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger bûne: Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, nûçegihan Gulîstan Îke, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz.