ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Leyla Guven ku 62 roj in ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye diyar kir, tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Guven got, "Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê em deng û têkoşîna xwe bilind bikin."

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, DYE'yê stratejiya xwe ya li Sûriyeyê neguhertiye, polîtîkayên xwe yên rojane û têkiliyên taktîkî guhertiye. Hozat diyar kir, wê êdî hewl bide di ser Tirkiyeyê re Sûriyeyê dîzayn bike.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 6'emîn a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, "Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî 9'ê Çileyê li navenda Parîsê bi namerdî hatin qetilkirin. Ev yek êrîşeke plankirî bû ku ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbarata Millî ya Tirk (MÎT) a bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hate kirin."

- Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed li ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê axivî û got, "Leyla Guven şopdara jinên Kurd ên berxwedêr e."

- Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e û xwest, daxwazên herî rewa yên Guven bi cih bên anîn.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Fermandarê Eyaleta Dersimê Çetîn Serhat ê meha Tîrmehê li Dersimê şehîd bû bi bîr anî û got, "Navê hevrê Çetîn weke neferekî hêja yê gerîlayên me yên azadiyê û xeta Apoyî li dîrokî nivîsî."