Serdana Bolton a li Enqereyê, Êlek Zer û PKK…

John Bolton ê ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYE'yê Donald Trûmp e duh tevî heyetekê hate serdana Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiya.

Serokê Giştî yê Artêşê John Dûndford û nûnerê taybet ê Emerîkayê Jeffrey jî di nav heyetê de cih girtin.

Bolton diyar kir ku di warê vekişandina leşkerên Emerîkayê yên li Sûriyeyê wan hevdîtin kirine.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî roja Sêşemê bi Îbrahîm Kalin re civiya yê ku berdevkê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan e. Hate diyarkirin ku bi Erdogan re civîn pêk nehatiye.

BIRYARA VEKIŞANDINÊ HATE SEKINANDIN

Serokê DYE'yê Donald Trûmp di meha Kanûnê de diyar kiribû ku ew ê 2 hezar leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Piştî nerazîbûnan ji bo vekişandinê hin şert hatin danîn.

Trûmp di 7'ê Çileyê de li ser twîtterê got ku, "Li Sûriyeyê ji aliyekî ve em ê li dijî DAÎŞ'ê şer bikin ji aliyê din ve jî bi awayekî bi pergal em ê vekişin."

ŞERTÊN NÛ YÊN BOLTON

Joh Bolton jî roj Yekşemê diyar kiribû ku divê tifaq werin parastin û piştre vekişandin pêk were. Bolton gotibû ku 'Bêyî piştrastkirina DYE'yê û koordînasyon pêk neyê, divê Tirk di warê leşkerî de angaje nebin.' Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî diyar kiribû ku heke Tirkiye di warê ewlehiya YPG'ê de garantiyê nede, ew ê vekişandin pêk neyê.

Tê zanîn ku piştî biryara vekişandinê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp wezîrê parastinê û nûnerê taybet jî di nav de çar rayedarên asta bilind ên DYE'yê îstîfa kiribûn.

ERDOGAN AMADEKARIYÊ XWE YÊN DAGIRKERIYÊ QEDANDIYE!

Serokkomarê Tirk Erdogan jî roja Sêşemê nerazîbûn nîşanî Bolton da û got ku, "Me ji bo operasyonê amadekariyên xwe temam kirine. Piştî demeke kurt em ê rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê têk bibin."

Erdogan çalakiya Êlek Zeran a li Fransayê jî xist stûyê PKK'ê. Erdogan got ku, "Li Fransayê di nav Êlek Zeran de PKK heye. Divê vê rastiyê bibînin. Sibê li welatên din jî ew ê heman tişt pêk were."

LE MONDE: PROJEYA TIRKAN HATE ASTENGKIRIN

Rojnameya Le Monde ya Fransayê dagirkeriya dewleta Tirk bi bîr xist û diyar kir ku daxuyaniyên Bolton projeyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê asteng kiriye.