Ji bo Ocalan kampanyayeke gerdûnî

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Lechesa Tsenolî diyar kir ku kampanyayên ji bo azadiya Mandela dihatin kirin divê niha ji Ocalan jî were kirin.

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Lechesa Tsenolî got ku, “Me pergala Apartheîdê bi hevgirtina li cîhanê şikand. Şoreşgerên li cîhanê ji bo me rabûn ser piyan. Girîng e ku mirov rastiya Ocalan, gelê Kurd û ya li Rojhilata Navîn ji cîhanê re vebêje.”

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Lechesa Tsenolî derbarê rejîma nîjadperest a bi navê apartheîd ya ku dişibe niha ya Tirkiyeyê û derbarê kampanyayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Tsenolî diyar kir ku kampanyayên ku ji bo Mandela hatibûn kirin divê niha ji bo Ocalan jî were kirin û bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd û gelên Efrîkaya Başûr dişibin hev û divê her du gel sûdê ji tecrubeyên hev bistînin.

ME BERXWEDANA KURDAN NAS KIR

Tsenolî got ku, “Di wê demê de gelekî baş bû ku me li cîhanê kampanyayek da destpêkirin. Me li cîhanê xebat meşandin. Di vî warî de dişibin hev. Têkoşîna li hemberî dewleteke mêtinger, gaveke girîng bû. Hêrseke me ya neteweyî jî hebû. Aliyên hiqûqî û ekonomîk jî hebûn. Ji ber vê jî dema em li berxwedana gelê Kurd guhdar dikin, tiştek ji min re xerîb nayê.”

‘HEMÛ CÎHANÊ PIŞTGIRÎ DAN ME’

‘Me bi saya hevgirtina li cîhanê rejîma Apartheîd şikand. Şoreşgerên cîhanê ji bo me rabûn pêyan. Girîng e ku mirov rastiya Ocalan, gelê Kurd û ya li Rojhilata Navîn ji cîhanê re vebêje.  Divê cîhan li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne. Her kes hay ji rewşa Kurdan heye lê tu kes tiştekî nake. Komîteya Parlementoya Efrîkaya Başûr li ser bingehê mafê mirovan piştgiriyê dide Kurdistanê. Tişta ku li Kurdan dikin, li dijî hiqûqa me ye. Ji ber vê jî em piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan. Sermesele Mandela ‘Xelata Ataturk’ a Tirkiyeyê red kiribû û gotibû ‘Ev ne li gorî prensîbên me ye.’ Li ser vî esasî em pişta Kurdan digirin. Divê her kes karibe bibêje ku ‘Ez şîddela li Kurdan tê kirin, tasvîp nakim.’”