Nehiştin merasîma cenazeyê gerîla li mizgeftê bê kirin

Ji ber ku nehiştin merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdullah Aygun li ti mizgeftan bê kirin, li Cemxaneyê wecîbeyên olî yên cenazeyên Aygun hatin kirin û spartin axê. 

Malbata gerîlayê HPG’ê Abdullah Aygun ku 4’ê Çile 2019’an li Îdîrê şehîd bû, cenazeyê Aygun anîn Stenbolê. Cenazeyê Aygun ji bo bê veşartin malbatê anî navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û xwest li vir wecîbeyên olî pêk bîne. Lê belê ti mizgeftên li taxê destûr nedan ku wecîbeyên olî yên ji bo Aygun li mizgeftê pêk bên. Li ser vê yekê malbata Aygun cenazeyê kurê xwe bir Cemxaneya Gaziyê.

Piştî ku li Cemxaneyê wecîbeyên olî hatin pêkanîn, malbatê xwest cenazeyê Aygun li Goristana Gaziyê bispêre axê. Lê vê carê jî polîsên Tirk rê birîn, zext li malbatê kirin û got, "An derengiya şevê, yan jî berbanga sibê hûn ê cenaze veşêrin."

Li ser vê malbat neçar ma ku danê sibehê zû cenazeyê Aygun li Goristana Gaziyê veşêre.