Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 61’an de didome. Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan qala hevdîtina bi dayika xwe re kir
Temîzkan diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Guven ev 4 roje nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û bi alîkariya hevalên wê yê qawûşê hate hevdîtinê. Temîzkan wiha got; “Li gorî hevdîtina berê dayika min bê hal bûye, gelek kîlo winda kiriye û bi dengê nizim diaxive û axaftina wê kêmtir bûye.”
Temîzkan got piştî wefata pîrka xwe Cevriye Guven cara destpêkê ye bi dayika xwere hevdîtinê pêk tîne û wiha domand; “Dayika min ne bi alîkariya kesek din be nikare xwe li ser pêyan bigre û nikare bimeşe. Di hevdîtinê de dayika min bê navber xemginiya xwe ya ji bo wefata pirîka min anî ziman.”
Temîzkan anî ziman ku her ku diçe rewşa fizîkî ya dayika wê xirab dibe û herî dawî got; “Dayika min di domandina çalakiyê de bihêz û bi morale. Bibiryare ku heta dawiyê çalakiyê bibe.”