Doza ku li Guven hatibû vekirin şandin Enqereyê

Derbarê Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Doz sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin.

Derbarê Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber axaftineke wê ya di 19’ê Îlona 2016’an de ya li Wanê bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Doz sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin.

Di biryara dadgehê de ev tişt hate diyarkirin: “Bi sûcê ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye doz li dadgeha me hatibû vekirin lê tê dîtin divê bersûc li Dadgehên Cezayê Giran a Enqereyê yên rayedar û peywirdar were darizandin.”