Girtiyên li Trabzonê di grevê de ne, xistin hucreyê
Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xistin hucreyê.
Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xistin hucreyê.
Grevên birçîbûnê yên bê dawî û bê dorveger ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirine, li girtîgehan belav dibin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê, girtiyên bi navê Mehmet Sabrî Yakût û Emîn Seyrek ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. Hate ragihandin, her du çalakger xistine hucreyê û kes nedaye gel wan ku karibe hay ji wan hebe.