Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgunkirin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirin, sîrgunî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirin, sîrgunî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, sîrgunî girtîgehên cuda hatin kirin.
Diyar bû ku girtiyê bi navê Kemal Yîgît ê di 5’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdoveger kir û koma 6’emîn Nevzat Çapkin, Vezîr Kayar, Orhan Can, Ferzend Çîçek û Mahsun Bîlen ên ji bo 10 rojan ketin greva birçîbûnê ya dorveger de sîrgunî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin.
7 girtiyên ku 2 ji wan jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê dimînin û 5 girtiyên li Tîpa T a Hejmar 1 a Rihaê dimînin 5’ê Çileyê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ragihandibûn.