Li Kurkçulerê 3 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 3 girtiyên din jî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 3 girtiyên din jî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 3 girtiyan greva birçîbûnê ya 5’ê Çile veguherandin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Girtiyan bi rêya malbatan greva birçîbûnê ragihandin. Girtiyan wiha got; “Hevalên me Înan Akin, Harûn Kaya û Yûsûf Bûdak 5’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 10 rojan ji aliyê koma 6’an ve hatiye dewr girtin.
Girtiyan wiha jî gotin; “Moralê me bilind e. Heta ku tecrîd neyê rakirin em ê grevê bidomînin. Em banga bihestiyarbûnê li raya giştî dikin.”