Bûldan: Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Guven êdî li asta krîtîk e." Bûldan got, "Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li civîna koma partiya xwe ya meclîsê axivî.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Bûldan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Armanca yên ku fermana Komkujiya Parîsê dan çi bû? Bicihanîna tecrîdê bû ku niha Leyla Guven dixwaze dawî lê bê anîn. Qedandina pêvajoyê bû. 5'ê Nîsana 2015'an tecrîd giran kirin û dest bi şer kirin. Yên ku wê rojê fermana komkujiyê dan, niha tecrîdê didomînin. Tecrîd û Komkujiya Parîsê bi hev ve girêdayî ne."

BERXWEDANA LEYLA GUVEN

Bûldan di dewama axaftina xwe de bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê di roja 62'an de ye û got, "Girtîgeh bû navnîşana duyemîn a Leyla. Dema ku bavê wê koça dawî kir ew li girtîgehê bû, dema ku dayika wê rehmet kir ew li girtîgehê bû. Wezaretê weke ku haya xwe ji rewşa wê ya tenduristiyê nîne lê ferz kir ku bi wesayita rîngê tevlî merasîma sersaxiyê bibe. Leyla Guven 14 kîlo li xwe kêm kir. Tansiyona wê dikeve. Mehdê wê dixele. Leyla Guven êdî li asta krîtîk e. Li girtîgehê ku bi rengekî nehiqûqî tê hiştin, ji bo paşeroja vî welatî, ji bo aştiyê têdikoşe."

Bûldan diyar kir, divê destê Leyla Guven li hewa nemîne û got, "Ne tenê ji bo Leyla, ji bo zarokên xwe ez bang li hêzên demokrasiyê hemûyan, bang li her kesên ku li paşeroja xwe difikirin dikim; Leyla ji bo we di greva birçîbûnê de ye. Ji bo tecrîd biqede, aştî bê welêt di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ev welat bi destê Qesrê xera nebe, ji bo parçe nebe, di greva birçîbûnê de ye."

Bûldan bi bîr xist, zêdeyî 150 girtî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne û got, "Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede."