Leyla Guven ji bo diya xwe nameyek nivîsand

Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ji bo diya xwe name şand û peyama ‘Ez ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînim’ da.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven çend roj berê diya wê rehmet kir. Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin 61 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo dayika xwe nameyek nivîsand.

Nameya Guven wisa ye:

“Di demên dijwar de min nekarî li ba te bim. Min nekarî destê te bigirim û li ber serê te rûnêm. Veqetînên wisa gelekî dijwar in. Min nekarî peywira xwe ya dawîn bi cih bînim. Dema ku ez di Zindana Amedê de bûm bavê min rehmet kiribû. Di demên dawîn de min nekarî ez li ba wî bim. Dayê te ez her dem ji zarokên xwe yên din cihê digirt, belkî ji ber ku ez zaroka dawîn bûm an jî min wekî te neheqî qebûl nedikir. Te di wan deman de gelek tabûyên li ser jinan parçe kiribû. Her kesî qala vî karakterê te dikir. Herkesî qala henûnbûna te dikir.

Di sekna te de esalet û zanyarî hebû. Heke ji min re bibêjin hêvî, ked, fedakarî çi ye,ez ê bibêjim ‘dayîka min e’. Tê bîra min bavê min ji te re digot ‘Zarokên te bûne komunîst’ Te jî digot ku ‘Ma tu dizanî komunîzm çi ye?’ Te bi saetan qala mafdarbûna me dikir. Te digot, ‘Heke zarokên min tiştekî bikin, nexwe ew tişt rast e’ Îro ev nirxên ku em ji wan têdikoşin, nirxên te ne.

Dayê gelek tune hesibandin. Gelê Kurd li hemberî vê feraseta ku dibêje ‘Yan hûn ê cilên me li xwe bikin an jî hûn ê tazî bimînin’ li ber xwe dide. Ji ber têkoşîna xwe em bûn hedef û bi hezaran kes em hatin girtin. Bi lîncê, bi kaşkirina li pey panzêran em hatin kuştin. Ji Kurdan re tenê mirin heye, ne jiyan. Tişta ku dibêjin erdnîgarî qeder e, tiştekî wisa ye…

Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û ji bo ku aştî û azadî were vê axê, ez di greva birçîbûnê de me. Heke dem û derfeta min hebûya, ez baş dizanim ku te yê heq bida min. Dayê, tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye, şer sûcekî mirovayetiyê ye. Li hemberî van tiştan ez li ber xwe didim. Te berxwedana li hemberî neheqiyê nîşanî min da, ne cesaret hînî min kir. Tiştên ku te hînî min kiriye, gelekî bi qîmet e. Te wekî hemû dayîkên Kurdistanê êş kişand lê te rojekê jî negot ‘of’.

Dayê, ji bo ku ez layiqî te û hemû dayikan bibim, ez ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila cihê te bihuşt be dayê.”