Nivîsên veşartî yên Elmanya-Tirkiyeyê yên li ser Omer Guney

Li ser Omer Guney ku li Parîsê sê şoreşgerên Kurd qetil kir, nivîsên veşartî yên rêveberiyên Berlîn û Enqereyê eşkere bûn. Balkêş e ku di nivîsan de Tirkiye dipirse 'Guney li Elmanyayê perwerdeya çekdarî dîtiye yan na?', Elmanya jî bersiva 'Na' dide.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Kujer Omer Guney ê piştî komkujiyê hate girtin, 17'ê Kanûna 2016'an li girtîgeha li Fransayê bi gumanbarî miribû.

Tetîkkêş Guney demekê li Elmanyayê mabû û dema mayina wî ya li Elmanyayê nehatibû ronîkirin. Kujer Omer Guney, di navbera salên 2003-2011'an de li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê ma û tê texmînkirin ku kete nava komên nîjadperest ên Tirk. Derket holê ku dewleta Tirk xwestiye xwe bigihîne dosya Omer Guney a li Elmanyayê.

HELWESTA ELMANYAYÊ

ANF'ê xwe gihand nivîsên veşartî yên navbera rêveberiyên Berlîn û Enqereyê ku çend meh piştî komkujiya li Parîsê ji hev re nivîsandibûn. Wezareta Edaletê ya Tirk, 5'ê Adara 2013'an bi rêya Wezareta Karên Derve daxwaza "alîkariya edlî" ji dewleta Elman kiribû. Rêveberiya Enqereyê bersiva van pirsan ji Elmanyayê xwestibû:

- Omer Guney welatiyê Elman e?

- Têkiliya Guney bi PKK/KCK'ê re heye?

- Guney li Elmanyayê perwerdeya ji bo bikaranîna çekan dîtiye yan na?

Daîreya Elman a Federal ku ser bi Wezareta Edaletê ya Elman e û navenda wê li Bonnê ye, 26'ê Nîsana 2013'an bin ivîsekê bersiva pirsên li ser Omer Guney dide. Bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê bersiv ji dewleta Tirk re tê dayin. Meqamên Elman ji bo her sê pirsan bersiva "Em pê nizanin" didin.

Sefaretxaneya Bilind a Tirk 2'ê Gulana 2013'an bersiva Elmanyayê werdigerîne Tirkî û bi vê notê ji Wezareta Edaletê ya Tirk re dişîne: "Der barê daxwaza alîkariya edlî ya li ser Omer Ziya Guney de, di bersiva Daîreya Edaletê ya Federal de wiha tê gotin; Li ser welatîbûna Elman a Omer Ziya Guney niha ti agahî nîne, li ser pêwendiya wî ya bi PKK/KCK'ê re heye yan na, niha ti agahî nîne. Li ser girtina perwerdeya çekdarî, niha ti agahî nîne."

ELMANYAYÊ ÇIMA SICÎLA OMER GUNEY RANEGIHAND?

Balkêş e ku yekîneyên edaletê yên Elman di nivîsên xwe de ji bo hemû pirsên li ser Omer Guney bersiva "agahî li ber destê me nîne" dan û li ser sabiqeya Guney a li Elmanyayê ti agahî neda. Balkêş e ku dewleta Tirk bi taybetî pirsa "Guney li Elmanyayê perwerdeya bikaranîna çekan girtiye yan na?" li rayedarên Elman kirin.

Berevajî bersivên dewleta Elman, sicîleke mezin a Guney hebû û cihê fikaran e bê ev yek çima ji Enqereyê re nehatin ragihandin. Piştî komkujiya Parîsê, Partiya Çep li ser Guney pêşnûme pirsek pêşkêş kir û hikumeta Berlînê di bersivê de ragihand, ku di wesayita Omer Guney de çekeke bêdestûr hatiye dîtin. Di bersiva hikumeta Elman a Federal de ji bo sicîla Guney wiha hate gotin:

- 17'ê Mijdara 2005'an, li bajarokê Bad Tolzê yê Eyaleta Bavyerayê, polîsan di kontrola trafîkê de debanceyeke ku bi giranî ji aliyê sportvanan ve tê bikaranîn, dîtin. Piştre di encama lêkolînan de eşkere bû ku destûrnameya vê çekê nîne. Der barê Guney de ji ber "binpêkirina qanûna li ser çekan" doz hate vekirin.

- 4'ê Sibata 2011'an, di trafîkê de dîsa kontrola Omer Guney hate kirin û vê carê sprey a ku çavan dişewitîne û kêrek hate dîtin.

Hevalekî berê yê kar ê Omer Guney wê wextê ji ANF'ê re axivîbû û ev agahî dabû: "Hevalên nêzî wî, neteweperestên Tirk bûn. Bi wan re digeriya, di çente û bêrîka wî de timî kêrên biçûk û biha hebûn. Bala wî gelekî li ser çekan bû. Rojekê wesayita xwe biribû daristanê û gule lê reşandibû. Ji me re wiha gotibû. Sîgortaya wesayitê ji ber ku tespît kir ku gule li wesayitê hatiye reşandin, mesrefa tamîrê neda."